Beriya şoreşê û piştî şoreşê Efrîn 2023-01-17 10:37:15   RIHA - Li Çiyayê Kurmênc ango Efrîn di heyama rejîma Sûriyê de hemû nasname û bawerî tune dihatin hesibandin. Di heyama Şoreşa Rojava de ji sedhezaran kes re bû stargeh û warê jiyanek azad û wekhev. Lê niha di bin dagirkeriya hêzên paramîlîter de li ber xwe dide.    Li Sûriyeyê ji bo reformê, demokratîkbûnê û azadiya girtiyên di zindanan de di 15’ê Adara 2011’an de çalakiyên protestoyê dest pê kirin. Hêzên hegemonîk jî daxilî pêvajoyê bûn û di demek kin de Sûriye veguherî qada şerê navxweyî. Hem bi polîtîkayên zilmkar ên Serokê Dewleta Sûriyê Beşar Esad û hem jî bi hatina gelek hêzên paramîlîter a herêmê, şerê navxweyî gurtir bû. Heta îro bi sed hezaran kes jiyana xwe ji dest dan û bi milyonan hemwelatiyên Sûriyê neçar man ku welatê xwe biterkînin.    Kurdên azad ku li cem rejîmê û hêzên paramîlîter cih negirtin li rojavayê Kurdistanê ango li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi gelên din re li ser stratejiya Rêya 3’yemîn dest bi têkoşînê kirin. Gelên Rojava xwe di bin banê sîwana Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ku di sala 2011’an de hat avakirin bi rêxistin kirin. Meclisên gel ên xwecihî hatin avakirin. Ji tenduristiyê bigire heta perwerdehiyê û heta xizmetên xwecihî yên şaredariyê hatin birêxistinkirin û gav bi gav jiyanek nû hat hûnandin. Bi vê yekê re komîteyên xweparastinê hatin avakirin. Ev komîte paşê di bin banê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de xwe bi rêxistin kirin.    Ev xebatên rêxistinê heta radeyekê temam bûn û pişt re di 19’ê Tîrmhea 2012’an de li Kobanê çirûska ewil a şoreşê hat vêxistin. Wek roja destpêka şoreşê ji Rojhilata Navîn û dinyayê re hat ragihandin. Di heman demê de ev roj wek damezrandina Meclisê hat ragihandin. Meclis ji 82 endaman pêk dihat. Ji hemû netew, bawerî û çandan ên Rojava di nava vê Meclisê de cih girtin. Piştre jî li herêmên Cizîrê, Kobanê û Efrînê kanton hatin ragihandin.    ÇIYAYÊ KURMÊNC HEMBÊZA XWE JI MIROVAHIYÊ RE VEKIRIBÛ     Yek ji van kantonên hatin ragihandin Efrîn bû. Efrîn heta sala 2018’an jî yek ji bajarên herî ewle yê herêmê bû. Efrîna ku wek Çiyayê Kurmênc tê zanîn xwedî rûber ango mezinahiya 3 hezar û 850 kîlometre axê ye. Efrîn bajarî dawî yê rojavayê Kurdistanê ye. Li gorî pergala rejîma Sûriyê, Efrîn navçeyek girêdayî Helebê ye. Lê niha li gorî pergala rojavayê Kurdistanê ew yek ji mezintirîn bajar ango katon e. Efrîn bi sedan salan malovaniya kurdan, ereban, ermeniyan, êzidiyan û elewiyan kiriye. Piştî ragihandina şoreşê hêzên rejîmê ji wir hatin paqijkirin. Efrîna warê zeytûnan û ronakbîriyê piştî şerê navxweyî yê Sûriyeyê, derî û hembêza xwe ji ji sedhezaran koçberên ji Helebê, Dera, Hums, Idlib û Reqayê hatin re vekir. Ewlehiya koçberan ji aliyê şervanên kurd ên YPG’ê û YPJ’ê ve hat mîsogerkirin.    Piştî şoreşa 19’ê Tîrmehê, Peymana Civakî ya Rojava (Destûra Bingehîn a Rojava) esas hat girtin. Xwerêveberiya herêmê ket destê hêza gel ango Meclisên gel. Li her gund û taxan meclisên xweser ên jinan hatin avakirin û komîte hatin avakirin. Jin bi awayek aktîf tev li xebatên hilberînê bûn. Ronakbîr, mamoste, hunermend, bijîşk, hiqûqzan, sporvan û ciwan jî komele û sendîka ava kirin û xwe bi rêxistin kirin.    Heta heyama şoreşê jî ne ziman û ne jî çanda kurdan ji aliyê rejîmê ve dihat qebûlkirin. Lê kurdan piştî xweserî ango rêveberiya xwe ragihand cara yekem dest bi xizmetên çand û ziman kirin û li gorî bîr û baweriya xwe saziyên xwe vekirin. Cara ewil di sala 2015’an de materyalên dibistanê yên ji bo perwerdehiya kurdî li dibistanan dest bi kar kirin. Li dibistanan pêşî li perwredehiya zimanê zikmakî vebû. Di çarçoveya xebatên çand û hunerî de navenda çand û hunerê hat vekirin. Li vir perwerdehiya kurdî û erebî hat dayîn ûcara ewil zanîngeh û enstîtu li vir dest bi xebatê kir. Enstîtuya Viyan Amara li vir hat damezrandin. 82 mamosteyan dest bi perwerdehiyê kir û destpêkê nêzî 500 xwendekar hatin perwerdekirin.    Zanîngeha Efrînê bi 51 wezîfedarên hîndekariyê dest bi xebatên perwredehiyê û fêkirinê kirin. Zanîngeh ji beşên wek, tib, endezyariya elektronîk, rojnamevanî, îktitas, zîraat û edebiyata kurdî pêk dihat. Piştî Tirkiyeyê êrişî Efrînê kir, ev zanîngeh veguherandin girtîgehê.    Rûpelên salnameye 20’ê Çile 2018’an nîşan dida, Tirkiye û hêzên xwe paramîlîter dest bi êrişa Efrîna ku bajarê herî biewle bû kirin. Êriş bi destûrdayîna hêzên navnetewî pêk hat. 5 sal bi ser êrişên dijî Efrînê re derbas bûn û li vî bajarê xweşik tu tiştek ne wek xwe berê ye.    BERIYA ŞOREŞÊ EFRÎN    Endamê Meclisa Rêveberiya Xweser a Efrînê Hesen Osman qala herêma Efrînê kir. Osman diyar kir ku dema ku Efrîn di bin rêveberiya rejîmê de bû ji sedî 98 nifûsa wê ji kurdan pêk dihat û got: “Li gel ku nifûsa Efrînê bi giştî kurd bûn jî lê tu mafê krudan nedihat nasîn. Hemû yekîneyên îdareyê di destê ereban de bû û ji sedî 98’ê kurdan bi rê ve dibirin. Di tu saziyek rejîma Sûriyeyê de tu kurdek nebû. Hemû mafên kurdan ji destê wan hatibûn girtin. Gelê kurd bi rehetî nikaribû hilberînin xwe jî bifiroşe. Xwendekaran nikaribû perwerdehiya bi zimanê xwe bidîta. Yanî rejîma Sûriyeyê bi tu awayî kurdan qebûl nedikir û daxilî nav xwe nedikir.”    AVAKIRINA NETEWA DEMORKATÎK    Osman destnîşan kir ku piştî aloziyên li Sûriyeyê dest pê kirin, wan xeta rejîmê û muxalefetê esas negirt û wan çarenûsa xwe xêz kiriye û got: “Dema rejîma Sûriyê nasnameya gelê kurd nedihat nasîn. Em ne tev li rejîmê ne jî muxalîfên wê bûn. Me rêya xwe ya 3’yemîn da ber xwe. Li ser vê esasê me modela Netewa Demorkatîk esas girt. Bi saya vê modelê li Efrînê wekhevî, aştî, aramî û ewlehî hat mîsogerkirin.”    Osman da zanîn ku piştî ew hatin ser kar ewilî malên gel vekirine û wiha got: “Piştre me meclis û komunan ava kir. Me komîteyên perwerde, tenduristî, çandinî, ewlehî, aboriyê ava kir. Her kes di çarçoveya bingeha hemwelatiya azad û wekhev de dijiya.”    HERÊMA BIEWLE    Osman diyar kir ku modela esas girtine û jiyana li herêmê ava kirine ji bo dinyayê bû model û wiha axivî: “Li gorî serjimariya fermî ya Sûriyeyê heta sala 2010’an jî 523 kes li Efrînê niştecih bûn. Piştî şerê navxweyî dest pê kir nêzî 400 hezar kes ji Heleb, Şam, Humsê koçî Efrînê kirin. Di sala 2014’an de nifûsa Efrînê gihîşt navbera 900 hezar û milyonekê.”    Osman bi bîr xist piştî ragihandina kantonê li hin cihan dem bi dem bi êrişan re rûbirû diman û wiha got: “Lê ew êriş biçûk bûn. Gelê Efrînê bi hêzên xweparastinê re ewlehiya xwe mîsoger kiribû û bajarek aştiyane û aram ji xwe re ava kiribûn.”    MA / Omer Akin   Sibê: Berxwedana Efrînê