Têkildarî mirina biguman a li girtîgehê doz hat vekirin 2023-01-17 11:00:23   AYDIN - Têkildarî Yilmaz Ekîncî yê li Girtîgeha Aydinê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da, derbarê 5 karmendan de bi tawanbariya “wezîfeya xwe xerab kirine” doz hat vekirin.    Li Girtîgeha Aydinê ya Tîpa E’yê di 13’ê çileya 2022’yan de hatibû îdiakirin girtiyekî întîhar kiriye. Lê paşê dîmen derketibûn holê ku gardiyan girtî zeft kirine û dibin odeya muşahedeyê û îşkence lê dikin.    Piştre derket holê ku ew girtiyê bi îşkenceyê re rûbirû maye Yilmaz Ekîncî yê 28 sal î ye. Têkildarî mirin ango kuştina Ekîncî dozname hat amadekirin. Tê gotin gardiyanên bi navê Cem A., Mehmet E.D., Mustafa Î., Omer G.T. û Taşkin G. ji mirina Ekîncî berpirsiyar in. Bi tawanbariya “wezîfeya xwe xerab kirine” derbarê her pênc gardiyanan de dozname hat amadekirin û doz hat vekirin.    Her wiha derbarê mirina Ekîncî de raporek jî hatiye amadekirin.    Îdareya girtîgehê drebarê her pênc gardiyanan de lêpirsîn da destpêkirin û cezayê hişyariyê da wan.    DANIŞÎNA EWIL    Danişîna ewil a derbarê gardiyanan de duh li 1’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Aydinê hat lidarxistin. Gardiyanên bersûc di danişînê de axivîn û tawanbariya li ser xwe red kirin.    Malbata Yilmaz Ekîncî jî diyar kir ku ew derbarê kesên berpirsên mirina lawê wan de gilîkar in.    Parêzerê bersûcan jî îdia kir ku miwekîlên wî bêsûc in.    DAXWAZA KIFŞÊ    Parêzerê malbata Ekîncî, Îrfan Şafak jî daxwaz kir ku têkildrî kuştina Ekîncî bi lêdanê pêk hatiye divê şahid werin guhdarîkirin. Şafak xwest ku ben ango kindirê tê gotin ku di bûyerê de hatiye bikaranîn û li emniyetê ye bînin û li cihê bûyerê kifşa mirin çawa qewimî ye bê kirin.    DAXWAZ RED KIRIN   Dozger daxwaza guhdariya şahidan û daxwaza kifşê red kir. Dadger jî biryara redkirina guhdariya li şahidan û kifşê da.    Danişîn taloqî 28’ê adarê hat kirin.