Rojnameger Akyuz: Bêbandorkirina çapemeniyê ji bo civakê mirin e 2023-01-17 11:21:42   ÎZMÎR - Rojnameger Seyîthan Akyuz ku li Girtîgeha Şakranê dihat ragirtin û hate berdan bal kişand ser zextên ser çapemeniyê û wiha got: “Bêbandorkirina çapemeniyê ji bo civakê tê wateya mirinê.”    Rojnameya Azadiya Welat di 16’ê tebaxa sala 2016’an de bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hate girtin. Nûnerê rojnameyê yê Edeneyê Seyîthat Akyuz jî hatibû girtin. Akyuz ku li Girtîgeha Tîpa T a Şakran a Îzmîrê dihat ragirtin, di 12’ê çileyê de hate berdan.    ZEXT DI SALA 2003’YAN DE DEST PÊ KIRIN   Zextên li ser rojnameger Akyuz, di sala 2003’yan de bi destpêkirina pîşeya rojnamegeriyê dest pê kirin. Akyuz, di sala 2003’yan de li Taxa Kadîfekale ya navçeya Konak a Îzmîrê bi îdiayên “Alavên teqemeniyê pê re hene” û “Endamtiya rêxistinê” hate binçavkirin û girtin. Akyuz, di vê dozê de ji îdiaya “Endamtiya rêxistinê” beraet kir lê ji ber îdiaya “Alavên teqemeniyê pê re hene” 4 sal û 17 meh cezayê hefsê lê hat birîn. Ev ceza veguherandin cezayê pereyan û 3 hezar TL ceza dan Akyuz. Akyuz, ji ber van tawanbariyan salekê di girtîgehê de ma û piştre hate berdan. Her wiha di pêvajoya darizandinê de derket holê ku tawanbariya “alavên teqemeniyê”, îdiayeke bêbingeh e.    PÎROZBAHIYA NEWROZÊ    Piştre jî Akyuz bi hinceta ku dirûşmên di Newroza sala 2007’an de li Îzmîrê berz kirine, bi îdiaya “Pesindayîna sûc û sûcdar” hate binçavkirin û girtin. Di vê dozê de jî salek ceza li Akyuz hate birîn û piştî 4 mehan di girtîgehê de hate berdan.    DOZA KU EV 15 SAL IN DIDOME   Di operasyona navend Edene ya sala 2008’an de nêzî 120 kes hatin binçavkirin. Akyuz jî yek ji binçavkiriyan bû û piştre hate berdan. Doza Akyuz ev nêzî 15 sal in didome. Di dozê de dosyayên Akyuz ên dema berê jî esas hatin girtin û bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê hefsê lê hate birîn. Piştî îtîraza parêzeran, Dadgeha Îstînafê çendek roj berê biryar da ku bi awayekî derqanûnî li Akyuz hatiye guhdarîkirin û biryara dadgeha herêmî betal kir.    DOZA SERDEGIRTINA ROJNAMEYÊ   Di sala 2009’an de polîsan bi ser Buroya Azadiya Welat a Edeneyê de girt û derheqê Akyuz de doz hate vekirin. Di vê dozê de bi îdiaya “Her çende ku endamê rêxistinê nebe jî, li ser navê rêxistinê sûc kiriye” 6 sal û 3 meh cezayê hefsê li Akyuz hate birîn. Dosya, birin Dadgeha Bilind. Piştî ku paketa darazê ya 3'yemîn hat derxistin, Dadgeha Bilind bêyî ku dosyayê lêkolîn bike li dadgeha herêmî vegerand. Paketa darazê ya 3’yemîn esas hate girtin û cezayê Akyuz daxistin 3 sal û mehek û 15 rojan. Dadgeha Bilind, di sala 2016’an de biryara dadgeha herêmî erê kir.    12 SAL CEZAYÊ HEFSÊ HATE DAYÎN   Akyuz, di sala 2009’an de bi îdiaya “Çapemeniya KCK’ê” hate girtin. Di dozê de xebatên rojnamegeriyê yên Akyuz weke sûc hatin nîşandan û bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” 12 sal cezayê hefsê li Akyuz hate birîn.    BI GIŞTÎ 15 SALAN DI GIRTÎGEHÊ DE MA   Piştî ku dosyayên din ên Akyuz jî hatin erêkirin, bi giştî ji ber vê dozê 13 sal û mehekê di hefsê de ma û piştre hate berdan. Akyuz, ji sala 2003’yan heta niha bi giştî 15 salan di girtîgehê de ma. Li gorî rêzê Akyuz li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê, li Girtîgeha Tîpa M a Îskenderûnê, li Girtîgeha Tîpa M a Ceyhan a Edeneyê, Girtîgeha Tîpa E ya Ispartayê, Girtîgeha Tîpa F Kiriklar a Îzmîrê û Girtîgeha Tîpa T a Şakranê hate ragirtin.    Rojnameger Seyîthan Akyuz ku piştî temamkirina înfaza xwe hate berdan, têkildarî zextên li ser çapemeniyê û binpêkirinên li girtîgehan axivî.    ‘HIQÛQ JI HOLÊ HATIYE RAKIRIN’    Akyuz, got ku binpêkirinên li girtîgehên Tirkiyeyê di her serdemê de zêde bûn û wiha got: “Em di serdemeke wisa de ne ku li Tirkiyeyê bi navê hiqûqê tiştek nema ye. Gelek sepanên sala 1980'an dîsa ketine meriyetê. Meşa yekrêzî, hejmartina ser pêyan, ketine rewşa amade ya li hemberî gardiyanan, mehrûmkirina girtiyan a ji mafên xwe yên civakîbûnê, astengkirina daxwaznameyên têkildarî binpêkirinên heyî û hwd. hene. Girtî jî li ser çanda berxwedanê tevdigerin û berxwedaneke mezin raber dikin. Beşeke ji sepanên derhiqûqî bi saya van berxwedanan hatin rakirin. Lê hêj jî tecrîdeke giran heye. Bi taybet jî li ser girtiyên siyasî zextekî psîkolojîk a giran heye.”    GIRTIYÊN NEXWEŞ    Bi domdarî Akyuz bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û wiha domand: “Gelek girtiyên ku êdî nikarin bi tena serê xwe bijîn hene. Tedawîbûn gelek zehmet e. Heke biçin nexweşxaneyê jî bi awayekî baş nayên tedawîkirin. Hêj bi ser emeliyata girtiyekî re 24 saet derbas nebûn dîsa dişînin qawîşê. Gelo ma ev kes dê çawa li xwe binêre? Dema tên qawîşê ji cihê emeliyatê xwîn tê û ji bo careke din bibin revîrê em neçar diman ku 5-6 saetan hewl bidin. Divê girtiyên nexweş li nexweşxaneyên baş ên derve bên tedawîkirin.”    'BÊBANDORBÛNA ÇAPEMENIYÊ MIRIN E’   Di berdewamê de Akyuz got ku rojnameger di nava civakê de bi roleke pir girîng radibin û wiha got: “Ne tenê li Tirkiyeyê lê li tevahiya cîhanê rojnameger bi roleke mezin a rewşenbiriyê li xwe digirin. Dema rojnameger rastiyan vedibêjin jî dibin hedef. Pergala heyî dixwaze rojnamegeran kontrol bike. Zextê li hemû rojnamegerên muxalîf dike. Bêbandorkirina çapemeniyê ji bo civakê mirin e. Di girtîgehê de heta astekî me dişopand. Ji bilî çendek rojnameyên muxalîf, tu îtîbara çapemeniyê nema ye. Li cihekî ku her tişt hatiye yektîkirin, çapemenî lê tune dibe. Heke civak xwedî li çapemeniyê dernekeve, ev tê wê wateyê ku xwedî li nirxên jiyana xwe ya demokratîk dernakeve. Lewma jî divê tevahiya civakê û derdorên demokratîk hem ji bo girtîgehan, hem ji bo çapemeniyê û hem jî ji bo demokratîkirina Tirkiyeyê ya ku ji dest tê bike.”    MA / Delal Akyuz