Li Cizîrê 3 kes hatin binçavkirin 2023-01-17 11:22:45   ŞIRNEX - Li Cizîrê di serdegirtina malan de 3 kes hatin binçavkirin.    Li taxa Nurê ya navçeya Cizîra Şirnexê polîsên tîmên taybet serê sibehê avêtin ser hin malan. Di encama serdegirtina malan de  welatiyê bi navê Mehmet Zeki Akil , Sekvan Duru û Ramazan Akça hatin binçavkirin. Derbarê sedema binçavkirinan de agahiyek nehat bidestxistin.   Hat zanîn ku dibe hejmara binçavkirinan zêde bibe.