ESP û SGDF dê greva birçîbû li bajarên cuda bidomîne 2023-01-17 11:52:38 ÎZMÎR – Nûnerên ESP û SGDF’ê bi mebesta bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Çalakiya greva birçîbûnê dê li bajarên cuda bên domandin.    Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) bi mebesta protestokirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên li girtîgehan, duh li pêşiya Girtîgeha Kiriklar a Îzmîrê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya 3 rojan kiribûn. Çalakî dê heta sibe li avahiya ESP’a Îzmîrê bidome. Gelek nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên mafên mirovan, malbatên girtiyan û welatî diçin serdana çalakvanan. Piştî Îzmîrê jî dê çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo 3 rojan di 18’ê çileyê de li Stenbolê û di 21’ê çileyê de jî li Edeneyê bidome.    GIRTIYÊN NEXWEŞ TÊN KUŞTIN’    Kesên di greva birçîbûnê de têkildarî çalakiya xwe axivîn. Hevseroka SGDF’ê Yaren Tuncer bal kişand ser binpêkirinên li girtîgehan û xespkirina mafên girtiyan û wiha got: “Ji bo şikandina vîna girtiyan serî li her sepanê didin. Nêzî hezar û 600 girtiyên nexweş hene û ji van rewşa 600’an giran e. Nikarin bi tena serê xwe li girtîgehê bijîn. Girtiyên nexweş, li girtîgehan tên kuştin.”    'BILA TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ BI DAWÎ BIBE’    Bi domdarî Tuncer anî ziman ku li girtîgehan tecrîd û îşkence heye û wiha domand: “Divê hemû kes li dijî van binpêkirinan dengê xwe derxîne. Em dixwazin balê bikişînin ser tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan. Em ê di nava 3 rojan de rewşa girtiyên şoreşger têxin rojevê. Ji bo wan dikare çi were kirin em ê di vê mijarê de bi raya giştî ya demokratîk re nîqaşan bikin û encamên şênber derxînin holê.”    'DIVÊ EM BIBIN QÎRÎNA WAN’    Ji ESP’ê Tamer Aydin jî diyar kir ku îktîdara AKP-MHP’ê dixwaze hem li hundir û hem jî li derve serî bi şoreşger, demokrat û Tevgera Azadiyê ya Kurd bide tewandin û wiha pê de çû: “Divê em jî li dijî vê hewldanê têkoşîneke hevpar bidin. Bi vê mebestê me dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Me tu carî serî netewand û dê netewînin. Dixwazin me teslîm bigirin lê em teslîm nebûn. Rêya rizgariya ji van pirsgirêkan, muxalefeta civakî ye. Ji bo vê hewceye em kolanan birêxistin bikin û bibin qîrîna wan.”    BANGA PIŞTEVANIYÊ    Rêveberê ESP’a Îzmîrê Bîrkan Polat jî da zanîn ku tecrîda li girtîgehan bi rêya ATK û şewitandina înfazan tê domandin û ev bang kir: “Ji bo ku îşkenceyên li ATK’ê bi dawî bibin, rojname, kovar û pirtûk ji bo girtiypên siyasî neyên bisînorkirin, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd bi dawî bibe û hevdîtinên bi parêzer û malbatan re çêbibin me dest bi greva birçîbûnê kir. Banga me ji bo raya giştî ya demokratîk û şoreşger, ji bo nivîskar û rewşenbîran ew e ku bibin dengê girtiyan.”    Çalakiya greva birçîbûnê dê sibe saet di 18.00’an de li Kulturpark a li Şanoya Ciwanan bi temaşekirina fîlmê “Mirin di xewê de bû” (Olum Uykudaydı) bi dawî bibe.