Doza ‘Komkujiya Nexweşxaneyê’ ya Malbata Şenyaşar dest pê kir 2023-01-17 12:05:16   MELETÎ - Danişîna ewil a doza “Komkujiya Nexweşxaneyê” ya ku 3 ferdên Malbata Şenyaşar lê hatibûn qetilkirin, li Dadgeha Meletiyê dest pê kir.    Danişîna ewil a doza “Komkujiya Nexweşaneyê” ya ku 3 ferdên Malbata Şenyaşar ji aliyê xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn qetilkirin, piştî 4 sal û 4 mehan li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê dest pê kir. Beriya danşînê parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Rihayê, parêzerên endamên Baroya Riha û Baroya Amedê, endam û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), parlamenterên HDP’ê, Wekîlê Serokê Meclisê û Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Nîmettullah Erdogmûş, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl li ber dadgehê daxuyanî dan.    Di daxuyaniyê de ewilî ji parêzerên Malbata Şenyaşar, Bulent Turan axivîû behsa raboriya dosyeyê û girîngiya wê kir.    'BILA DARIZANDINEK BI BANDOR BÊ KIRIN’    Ji parêzerên malbatê, Sevda Çelîk Ozbîngol jî diyar kir ku têkildarî Malbata Şenyaşar darizandinek nayê kirin û wiha got: “Em bi mînak û bandora hêza siyasî û erka li ser darazê re rûbirû ne. Em îro di destpêka dozek edaletê de ne. Lêpirsînek bi bandor nehat kirin. Lê ji bo birêvebirina lêprisînek bi bandor girîng e. Heta ku berpirsên vê qetlîamê bên darizandin wê doz û têkoşîna me bidome û daxwaza me berdewam bike. Têkoşîna edaletê îro dest pê dike. Lê heta edalet bicih were wê têkoşîna me jî bênavber berdewam bike.”    ‘BILA KUJER BÊN GIRTIN’    Emîne Şenyaşar jî axaftinek kurt kir û destnîşan kir ku hevjîn û du lawên wê bi awayek hovane hatine qetilkirin û got: “Kujerên zarokên min bila bên girtin. Çima nayên girtin? Qeydên dîmenên li nexweşxaneyê winda kirin. Nexweşxaneyê boyax kirin. Rastiya derxin holê.”    ‘DELÎL HATIN VEŞARTIN’   Parlamentera CHP’ê Gulîzar Bîçer Karaca jî axivî û destnîşan kir ku darazê bi fermana îktidarê delîlan veşartiye.    DANIŞÎNÊ DEST PÊ KIR    Piştî daxuyaniyê girse derbasî eywana danişînê bû.    Ji sûcên wek “ji carekê bêtir kuştina kesan”, “hewldana kuştina ji caekê bêtir a kesan”, “xesar dayîna malê cemaweriyê”, “veşartin ango tunekirina delîlên sûc”, “di saziya cemaweriyê de dizî”, “binpêkirina destnedayîna kargehê” Celal Yildiz, Mekaîl Şîmşek û ji doza “kargehê” jî Enver Yildiz ê girtî jî di nav de 19 kes tên darizandin.  tên darizandin. Danişînê bi tespîta nasnameyan dest pê kir.    Malbata Şenyaşar û parêzerênxwe, malbata Yildiz û gelek kes danişînê dişopînin. Ji bilî parêzerên wekaleta wan heye, xizmên nêz ê malbata mexdûr û muştekî û parlamenteran kesî negirtin danişînê.    MALBATA YILDIZ ÊRIŞÎ ROJNAMEGERAN KIRIN    Dadgehê û polîsan şopandina dozê ya rojnamegeran jî asteng kir. Hin kesên ji malbata Yildiz êrişî nûçegihanê Rojnameya Evrenselê kirin û gef lê xwarin.    Di danişînê de tevdîrên zêde hatine girtin û danişîn berdewam dike.