Dewleta tirk di rojekê de 21 caran çekên kîmyewî bi kar anî 2023-01-17 14:18:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku dewleta tirk li Herêma Federa ya Kurdistanê di rojekê de 21 caran çekên kîmyewî û 2 caran jî bombeyên qedexekirî bi kar aniye.    Êrişên bi çekên kîmyewî û çekên qedexekirî yên dewleta tirk ên li dijî endamên HPG’ê yên li Herêma Federe ya Kurdistanê berdewam in. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF); HPG’ê ragihand ku dewleta tirk êrişî herêma Çemço ya girêdayî Şêladizê ya Amediyeyê û nêzî gundê Sîdayê kiriye. HPG’ê destnîşan kir ku dewleta tirk ji saetên serê sibeha 16’ê çileyê heta saetên êvarê, 21 caran çekên kîmyewî bi kar anî. Her wiha HPG’ê diyar kir ku dewleta tirk di navbera saetên 14.40-1500’an de du caran bombeyên qedexekirî avêtin heman herêmê.