Emîne Şenyaşar ji bersûcan re got: Kê hevjîn û zarokên min kuştin? 2023-01-17 14:21:38 RIHA - Di danişîna ewil a doza “Komkujiya Nexweşxaneyê” ku 3 ferdên Malbata Şenyaşar hatin qetilkirin de daxwaza mudaxîltiyê ya baroyan hat redkirin. Emîne Şenyaşar a bertek nîşanî bersûcên ku di parastinên xwe de sûcdarî qebûl nekirin da ev pirs kir: “Wê demê kê hevjîn û zarokên min kuştin?”   Danişîna ewil a doza “Komkujiya Nexweşaneyê” ya ku 3 ferdên Malbata Şenyaşar ji aliyê xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn qetilkirin, piştî 4 sal û 4 mehan li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê dest pê kir, didome. Di çarçoveya dosyeyê de Celal Yildiz, Mekaîl Şîmşek û Enver Yildiz ê ji doza “kargehê” girtiye jî di nav de 19 kes bi sûcên “Kuştina ji yekî zêdetir” , “hewldana kuştina ji yek kesî zêdetir” , “Zirar dayîna malê cemaweriyê” , “Veşartin û ji holê rakirina delîlên sûc” , “Li saziya cemaweriyê dizî” û “binpêkirina destnedayîna kargehê” tên darizandin.    YILDIZ Ê AKP’Î BI PARAZVANÊN XWE RE HAT   Danişînê piştî tespîta nasnameyan dest pê kir. Girtî Mekaîl Şîmşek û Celal Yildiz ji Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2’yan a Rihayê bi SEGBÎS’ê tev li danişînê bûn. Bersûcên negirtî tên darizandin jî beşdarî danişînê bûn. Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz jî bi parazvanên xwe hate edliyeyê.    Her wiha parlamenterên HDP’ê yên Rihayê Ayşe Surucu, Nûsrettîn Maçîn, Nîmetûllah Erdogmûş û parlamentera CHP’ê Gulîzar Bîçer Karaca jî dozê dişopînin.    HATE XWESTIN KU DOSYAYAN BIKIN YEK   Di danişînê de ewilî yek ji parêzera Malbata Şenyaşar Sevda Çelîk Ozbîngol axivî û wiha got: “Darizandineke bilez û bez tê kirin. Şertên fîzîkî guncav nînin, wergirtina parêzeran a danişînê hate astengkirin.” Pişt re parêzer Bulent Dûran ê mafê axaftinê wergirt, xwest ku dosya bi dosyaya “kargehê” re bibe yek û destnîşan kir ku divê biryara Dadgeha Îstînafê pêk were. Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel jî diyar kir ku komkujî li Rihayê pêk hatiye, bi lêv kir ku ji ber vê yekê Baroya Rihayê rast e rast zirar dîtiye û daxwaza mudaxîltiyê kir.    DAXWAZA MUDAXÎLTIYA BAROYAN HATE REDKIRIN   Pişt re baroyên Wan, Amed, Sêrt û Êlihê daxwaza mûdaxîltiyê kirin. Dozgeriyê xwest ku daxwaza mudaxîltiyê ya hemû baroyan were redkirin. Şandeya dadgehê, mudaxîltiya Malbata Şenyaşar qebûl kir û bi hinceta baroyan rast e rast zirar nedîtiye daxwaza wan a mudaxîltiyê qebûl nekir.    EMÎNE ŞENYAŞAR BERTEK NÎŞAN DA   Pişt re ji bersûcan Mekaîl Şîmşek ê di çarçoveya dosyayê de girtî ye ji girtîgeha lê girtî bi SEGBÎS’ê parastin kir. Dadgehê jî weke li dijî hiqûqa ûsûlê ewilî îfadeya Şîmşek a di asta hêzên ewlehiyê de xwend. Li dijî vê parêzerên Malbata Şenyaşar îtîraz kirin. Pişt re yek ji bersûcê girtî Celal Yildiz bi SEGBÎS’ê tev li danişînê bû û parastin kir. Wê kêliyê Emîne Şenyaşar anî ziman ku bersûc hewldidin xwe ji sûc xelas bikin û ev pirs kir: “Wê demê kê hevjîn û zarokên min kuştin?” Celal Yildiz ê parastina xwe domand, diyar kir ku li Pirsûsê siyasetê dike, gelek amirên hêzên ewlehiyê nas dike û weke cerdevanekî peywîra cemaweriyê pêk tîne û xwe parast.    Piştî her du bersûcan, bersûcên negirtî tên darizandin parastin kirin. Dema yek ji bersûcan şewirmendê Halîl Yildiz Mûstafa Amaç parastin dikir, Emîne Şenyaşar careke din bertek nîşan da. Li ser vê yekê dadger Emîne Şenyaşar hişyar kir. Pişt re bersûcên din jî sûcdarî qebûl nekirin û beyanên şahid û gilîkeran ên derbarê wan de red kirin. Bersûcên din ên negirtî tên darizandin jî, di parastinên xwe de sûcdarî qebûl nekirin.   Şandeya Dadgehê, piştî parastina bersûcan saetek navber da danişînê.