Doza hevşaredarên Qoser û Stewrê taloq bû 2023-01-17 14:55:44   MÊRDÎN - Danişina doza Hevşaredara Qoserê Nilufer Elîk Yilmaz û Hevşaredara Stewrê Gulistan Oncu hat taloqkirin.    Li ser fermana Wezareta Karên Navxweyî qeyûm tayînî şaredariya Qoserê û Stewrê yên navçeyên Mêrdînê hatibû kirin. Hevşaredara Qoserê Nilufer Elîk Yilmaz û Hevşaredara Stewrê Gulistan Oncu piştî qeyûm tayînî şûna wan hatibû kirin, hatibûn girtin û piştre hatibûn berdan. Her du hevşaredar negirtî tên darizandin. Danişîna 11’emîn a doza hevşaredaran li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat lidarxistin. Hevşaredar tev li danişînê nebûn û parêzerên wan di danişînê de amade bûn.    Dozger xwest ji “endamtiya rêxistinê” her du hevşaredar werin cezakirin.    Parêzeran parastina miwekîlên xwe kirin û îdiayên li ser miwekîlên wan ku tê gotin di deftera Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê ya berê Gulser Yildirim hatiye desteserkirin û ji ber ev bûye hêcet xwestin biryara bo guhdariya li Yildirim were dayîn. Parêzeran got hê jî doza Yildirim jê tê darizandin bi encam nebûye û ne mimkin e ku deftera Yildirim a 13 sal berê bibe mijara sûc.    Dadger daxwaza parêzeran qebûl kir û biryar da ku Yildirim di danişîna were de bê guhdarîkirin. Heyeta dadgehê her wiha daxwaza dema zêde ya parêzeran a ji bo parastinê qebûl kir û danişînê taloqî 2’yê sibatê kir.