Ji ber qerta serê salê derheqê girtî Çagirci de lêpirsîna disiplînê hate destpêkirin 2023-01-18 11:08:25 ENQERE - Rêveberiya girtîgehê qerta serê salê ya ku Parlamenterê HDP’ê Alîcan Onlu şandibû “fikaredar” nirxand û derheqê girtiyê bi navê Mehmet Çagirci de lêpirsîna disiplînê da destpêkirin.    Partlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Dêrsimê Alîcan Onlu bi boneys serê salê ji girtiyan re qert şandibû. Hat zanîn ku ji ber qerta Onlu, derheqê girtiyê bi navê Mehmet Çagirci ku li Girtîgeha Tîpa T a Espiye ya Gîresûnê tê ragirtin lêpirsîna disiplînê hate destpêkirin.    JI BER QERTA SERÊ SALÊ LÊPIRSÎN HATE DESTPÊKIRIN    Di nirxandina Lijneya Midûriyeta Girtîgeha Tîpa L a Espiye ya Gîresûnê de ji bo qerta serê salê ya Onlu nirxandinên weke “Pesnê xebatên rêxistinê hatiye dayîn û piştgiriyê didê”, “Piştevaniya bi rêxistinê re xurt dike” û “Pesnê kesên ji bo armancên rêxistinê çalakî kirin dide û qedir dide wan” hatine kirin û bi îdiaya “fikaredar e” jî derheqê Çagirci de lêpirsîna disiplînê hate destpêkirin.    ‘SERA SÎMAYA NEWÎYÊ BIMBAREK BO’   Li ser qerta ku Onlu şandiye wiha hatiye nivîsandin: “Di wê baweriyê de me ku sala 2023’yan dê bibe sala bidawîbûna rejîma yekperest û înkarger a sedsalî û avakirina komara demokratîk ku hemû nasname, ziman û bawerî bi hev re bijîn. Her wiha dê bibe sala ku hemû girtiyên siyasî werin berdan û azad bibin. Ez sala nû ya gelê me û girtiyên siyasî yên ji bo azadiyê têdikoşin pîroz dikim. Sera Sîmaya Newiyê Bimbarek Bo.”