Servet Aslan ê li Semsûrê zaroka 4 salî revandî hate binçavkirin 2023-01-18 11:34:32   SEMSÛR – Kesê bi navê Servet Aslan ku zaroka 4 salî ya bi navê H.O. a ji Kobanê revandibû, hate binçavkirin.    Duh di saetên nîvro de dema zaroka bi navê H.O. ya 4 salî ku ji Kobanê ye li Taxa Hayrettîn Paşa ya Semsûrê li pêşiya mala xwe dilîst, ji hêla kesê bi navê Servet Aslan ve hate revandin. Aslan, tevî zarok hate binçavkirin. Hat zanîn ku faîl li Semsûrê boyaxkeriyê dike û nû ji girtîgehê derketiye. Malbata H.O. ji bo ku zaroka xwe wergire çû qereqolê.    Malbat 8 sal berê ji Kobanê koçî Semsûrê bû. Malbatê, dîmenên kêliya revandina zaroka xwe li ser medyaya civakî parve kir û serî li polîsan da. Di dîmenên kamerayan de xuya dibe ku Aslan ê derdora 35-40 salî ji ewilî diçe cem zarokê û pê re diaxive. Piştre jî zarokê tacîz dike, bi destê wê digire û direvîne.