Di doza OHD’ê û TUHAD-FED’ê de ‘şahid’ nayên dîtin! 2023-01-18 12:06:50   STENBOL - Danişîna doza endam û rêveberên OHD’ê û TUHAD-FED’ê bi hêceta ku şahid nayên dîtin, hat taloqkirin.    Derarê 49 endam û rêveberên Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAD-FED) û Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) ku bi KHK’ê hatibûn girtin, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “propaganda rêxistinê” doz hatiye vekirin û tên darizandin. Danişîna dozê li 14’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê hat lidarxistin.    Parêzerên tên darizandin Ayşe Aciniklî, Ramazan Demîr, endamên TUHAD-FED’ê Recep Belek û Hidir Mayda û her wiha parêzerên wan Serhat Çakmak, Ferat Bogatekîn û gelek kes tev li danişînê bûn.    Parêzer Serhat Çakmak pirsa “şahidan” kir û got di danişînek berê de biryar hatibû dayîn bînin danişînê.    Dadgehê diyar kir ku şahid nehatine dîtin û ji ber vê yekê ew neçarin danişînê taloq bikin û dozger jî xwest kêmasiyên di dosyeyê de temam bibin.    Dadgehê biryar da ji bo şahid Hakan Îlhan were guhdarîkirin, sepana kontrola edlî bê rakirin û danişînê taloqî 24’ê adarê kir.