Heta 15 salan ceza ji rojnameger Parlak re hat xwestin 2023-01-18 12:32:19   AMED - Danişîna doza rojnameger Ferhat Parlak ku ji Dadgeha Îstînafê xera bû û ji nû ve tê darizandin hat lidarxistin û heta 15 salan ceza jê re hat xwestin.    Gerînenedeyê Weşana Giştî ya Sîlvan Mucadele ku ji ber zextên darazê û aborî hat girtin Ferhat Parlak bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” dihat darizandin. Doza Parlak ji ber biryara redê ya mukerîr ji aliyê Dadgeha Îstînafê ve hat xerakirin, ji nû ve tê lidarxistin. Danişîna dozê li Dadgeha Ameedê hat lidarxistin. Parlak û parêzerê xwe Mehdî Ozdemîr tev li danişînê bûn. Dozger mutalaya xwe pêşkêşî dadgehê kir û ji tawanbariya “endamtiya rêxistinê” ji 7 sal û 6 mehan heta 15 salan cezayê hefsê ji Parlak re xwest.    Parlak tawanbariyên li ser xwe re qebûl nekir û xebatên wî di çarçoveya pîşeya wî de bûne û xwest bê beraetkirin.   Parêzer Mehdî Ozdemîr jî parastina miwekîlê xwe kir û xwest bê beraetkirin.    Dadgehê mafê dema zêde bo parêzer ku dikaribe li dijî mutalayê parastinê bike qebûl kir û danişînê taloqî 8’ê adarê kir.