Gund bi gund qala tecrîdê û pêvajoyê kirin 2023-01-18 15:18:36   ÊLIH - Parlamenter û rêveberên HDP’ê li gundên Êlihê serdana xelkê gundan kirin û behsa tecrîda li Îmraliyê û geşedanên di rojevê de kirin.    Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Êlihê li bajaroka Kaniyahenê û gundên derdora wê yên bi ser navçeya Hezoya Êlihê ve serdana xelkê gundan kirin. Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca, Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz a qeyûm tayînî şûna wê hatiye kirin, Hevşaredara Hezoyê Nazîme Avci û rêveberên HDP’ê di nav de li gundan serdana xelkê kirin. Şandeya HDP’ê li hemû gundan bi coş û kêfxweşî hat pêşwazîkirin. Şandeya HDP’ê di serdana gundan de behsa tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, krîza aborî û rojeva hilbijartinê kirin.    ‘BERXWEDANA ME WÊ SERKEFTINÊ BÎNE’    Xelkê gundan bi flamayên kesk, sor û zer pêşwazî li şandeya HDP’ê kirin. Parlamenter Feleknas Ûca di serdana gundan de axivî û wiha got: “Tecrîda girankirî ya li ser birêz Ocalan berdewam dike. Bi sîlehên qedexekirî êrişî kurdan dikin û kurdan dikujin. Li dijî gelê kurd îşkence, talan û qetlîam pêk tên. Em ê di serî de li dijî tecrîdê û hemû êrişan li ber xwe bidin û têbikoşin. Em ê bi berxwedana xwe bi ser bikevin.”    ‘KES NIKARE ME BITEWÎNE’   Şêniya gundê Zîlanê Safiya Kaya ku pêşwazî li şandeya HDP’ê kir wiha axivî: “Kes nikare pereye me qut bike. Pereyê me besî me ye. Em serbilind in. Em kurd in. Kes nikare me bitewîne. Heya ku em sax bin û em li dinyayê bin û dilopek xwîn di canê me de hebe, em ev in.”    Serdana şandeyê ya li gundan bi coş û eleqeyek mezin bi dawî bû.