Lêgerîna nava dev û muayeneya kelemçekirî li girtî hatiye ferzkirin 2023-01-18 16:07:06   RIHA - Sînan Çelîk ê li Girtîgeha Rihayê ya Jimara 1’an a Tîpa T’yê dimîne diyar kir ku dema wî birine revîrê bi kelemçekirî wî muayene kirine û nava devê wî lêgerîn kirine.    Sînan Çelîk li Girtîgeha Rihayê ya Jimara 1’an a Tîpa T’yê girtî ye. Bi rêya telefonê bi dayika xwe Şohret Çelîk re axivî û behsa binpêkirinan mafan kir. Çelîk ê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” ji sala 2015’an ve girtî ye û 13 sal cezayê hefsê lê hatiye birîn, destnîşan kir ku li girtîgehê binpêkirinan mafan ên cidî diqewimin û ew û hevalên xwe bi tengasiyên mezin re rûbirû ne.    QEDEXEYA HEVDÎTINÊ    Çelîk ji dayika xwe re ragihand ku ji ber jana mîde û roviyan hedana wî nîne û bi tu wî muayene nakin. Çelîk diyar kir ku hefteyek berê wî birine revîrê û wiha got: “Li revîrê bi darê zorê nava devê min lêgerîn kirin. Min vê lêgerînê û ferzkirina muayeneya bi kelemçeyê qebûl nekir. Ji ber helwesta min tedawiya min nekirin û paşve birin qawîşê. Gardiyan îftîrayan jî dixin stûyê me. Gardiyanan bi îftîraya ‘min kêrê ji wan re derxistine’ qedexeya hevdîtinê dan min.”    Şohret Çelîk têkildarî tiştên lawê wê jê re behs kiriye da zanîn ku lawê wê ji ber mîde û roviyên xwe nexweş e û mafê tedawîkirina wî hatiye astengkirin û xwest astengiyên li pêşiya mafên wî bên rakirin.