Endamê Meclîsa Ciwanan Tanrikûlû nehat berdan 2023-01-18 18:52:41   STENBOL - Di doza endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê yê berê Husamettîn Tanrikûlû de, şahid Kezban Kûdayê got li ser Tanrikûlû îfade nedaye û şahid Şiyar Aydin jî beyanên xwe yên berê yên dubare kirin. Tanrikûlû nehat berdan.    Endamê Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Husamettîn Tanrikûlû, di 3'yê Îlonê de hatibû binçavkirin û piştî ku Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû ew hedef nîşan dabû hatibû girtin. Danişîna ewil a doza der barê Tanrikûlû de îro li Dadgeha Cezayê Giran a 29'an a Stenbolê hat lidarxistin. Tanrikûlû, parêzera wî Nagehan Avçîl û xizmên wî tevlî danişînê bûn.    Di danişînê de şahid Kezban Kûdayê diyar kir ku wê îfade li ser Tanrikûlû nedaye. PIştî vê serokê dadgehê jê pirsî "nexwe te çima li dozgeriyê îfadeyeke wiha daye?" Kûdayê jî got wê li dozgeriyê îfadeyeke bi vî rengî nedaye û tiştên negotiye li îfadeya wê hatine barkirin.    Şahid Şiyar Aydin jî diyar kir ku ew nizane bê ka Tanrikûlû endamê PKK'ê ye yan na, lê tenê wisa bihîstiye ku endamê PKK'ê ye.    PIştî îfadeyên şahidan parêzer Nagehan Avçîl axivî. Avçîl jî diyar kir ku ev dosye bûye halet ji siyasetê re û got: "Soylû biryara vê dosyeyê daye."    Piştî Avçîlê meqama îdiayê jî mutalaaya xwe berpêş kir û xwest girtina Tanrikûlû bidome. Heyeta dadgehê jî ji ber beyanên Aydin ku gotibû "min bihîstiye" biryara domandina girtinê da. Dadgehê danişînê taloqî 15'ê Adarê kir.