Hejmara miriyên êrişa li Mêrdînê derket 4’an 2023-01-19 10:29:45   MÊRDÎN - Li ser Rêya Armûşê ya Mêrdînê wesayîteke bi plakaya Iraqê dema di rêya xwe de diçû hate gulebarankirin. Di êrişê de 4 welatiyên Herêma Federe ya Kurdistanê mirin û yek jî bi giranî birîndar bû.    Şevê din saet derdora 00.30’an dema wesayîteke bi plakaya Iraqê li ser Rêya Armûşê ya Mêrdînê ser rêya xwe diçû, ji hêla hin kesên nasnameya wan nehat zanîn ve hate gulebarankirin. Li gorî agahiyan, wesayît li derdora Qesra Serçixan a di navbera Nisêbîn û Qoserê de hatiye gulebarankirin û nayê zanîn bê ka kê êriş kiriye. Di êrişê de gule li 5 welatiyan ketin. Ji kesên di wesayîtê de Hindreen Abdullah Salih (39), Waheda Haedar Jasim (63) û Abdullah Saleh Mustafa (69) li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan û Chiman Shaheen Khalid (75) û Ahmed Jalaladeen Îbrahîm (45) jî bi giranî birîndar bûn. Ji welatiyên rakirin nexweşxaneyê Chiman Shaheen Khalid tevî hemû hewldanan jiyana xwe ji dest da.    Kesên nasnameya wan nehat zanîn jî bi wesayîtekê ji cihê bûyerê reviyan.    Komên tenduristiyê yên li cihê bûyerê hatin veguhestin cenazeyên 3 welatiyan rakirin morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê.    Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.