Ji bo 7 siyasetmedaran biryara tehliyeyê hate dayîn 2023-01-19 12:34:24   STENBOL - Derheqê 7 kesên di çarçoveya lêpirsîna HDK’ê de hatibûn girtin biryara tehliyeyê hate dayîn.    Serdozgeriya Komarê ya Tekîrdagê derheqê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de lêpirsîn dabû destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de polîsan di 3’yê hezîrana 2022’yan de bi ser gelek malan de girtin û rêveberên navçe û bajaran ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de bi giştî 37 kes hatibûn binçavkirin. 37 kesên ku 8 rojan li Midûriyeta Emniyetê ya Tekîrdagê hatin ragirtin, piştre sewqî dadgehê hatin kirin. Ji binçavkiriyan 29 jê bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê hatin girtin û 8 jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.    Dadgeriya Cezayên Silhê ya Tekîrdagê lêkolîna girtinê ya mehane kir û di 21’ê kanûnê de biryara tehliyekirina 11 kesan dabû.    Di lêkolîna girtinê ya vê mehê de jî dadgeriyê ji bo 7 siyasetmedarên din biryara tehliyeyê da.