Rojnamevan Nişmiye Guler beraet kir 2023-01-19 13:48:32   STENBOL - Edîtora JINNEWS’ê Nişmiye Guler a ji ber parvekirinên xwe yên medyaya dîjîtal dihat darizandin, beraet kir.    Danişîna ewil a bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” bi hinceta parvekirinên nûçeyan ên dîjîtal medyayê derbarê Edîtora JINNEWS’ê Nîşmiye Guler de hatiye vekirin, li 27’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê hate lidarxistin. Nişmiye Guler û parêzerên wê Sercan Korkmaz û Ozcan Kiliç di danişînê de amade bûn. Endamên Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKGP), Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firatê (DFG), Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyeyê (TGS), Komeleya Xebatên Hiqûq û Medyayê (MLSA) danişîn şopandin.    PARVEKIRIN DI ÇARÇOVEYA AZADIYA ÎFADEYÊ DE YE   Guler a di danişîna ku bi tespîta nasnameyan dest pê kir de parastin kir, diyar kir ku li JINNEWS’ê dixebite û rojnamevanên li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal parvekirine bûne sedemê darizandinda wê û anî ziman ku Denîz Firat rojnamevaneke ku di cîhanê de tê nasîn û dîmenên wê di hesaba xwe ya Twîtterê de retweet kirine. Guler, bi lêv kir ku rojnamevan Nûjiyan Erhan û Ayfer Serçe yên hatine qetilkirin jî di Roja Rojnamevanên Kurd de bi bîr anîne û wiha got: “Niha jî li Îranê li dijî êriş û komkujiyên li dijî jinan raperînek heye. Wê demê jî ji ber parvekirineke wiha kiriye têm sûcdarkirin. Dîsa parvekirinên min ên têkildarî yekemîn Gerînendeya Weşanê ya jin a Tirkiyeyê Gurbetellî Ersoz û li dijî êrişên nijadperest kirine mijara sûc. Ev bi temamî di çarçoveya azadiya raman û îfadeyê de ne.”   LI DIJÎ DARIZANDINA ADIL E    Parêzerê Gulerê Sercan Korkmaz jî diyar kir ku muwekîla wî rojnamevan e, ji lêpirsîna “endamtiya rêxistinê” ya derbarê wê de biryara neşopandinê tê dayîn lê sûcdariya “propagandayê” ya tu eleqeya wê pê nîne tê domandin. Em dixwazin ev yeka li dijî darizandina adil e ji dosyayê bê derxistin.”   DOZGER XWEST BÊ CEZAKIRIN    Dozgeriyê di mutalaaya xwe ya pêşkeşî dadgehê kir de xwest, Guler bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” bê cezakirin.    HEWL HATE DAYÎN KU SÛC WERE HILBERANDIN    Prz. Korkmaz ê li dijî mutalaaya dozger parastin kir, destnîşan kir ku mutalaa ne adil e û wiha got: “Girtekên cendermeyê girtine bi awayekî “copy-paste”. Li ser parvekirina muwekîla min li gorî xwe şirove kiriye. Girteka ku cendermeyê girtî ye, weke mutalaa derketiye pêşberî me. Em qala 5 heb retwettan dikin. Delîleke li dijî hiqûqê jî nîne. Her wiha di lêpirsîna di sala 2019 'an de hat vekirin de, di dosyayê de nivîsek heye û tê de tê gotin ku 'hêmaneke sûc nehatiye dîtin'.”   BIRYARA BERAETÊ HATE DAYÎN    Pişt re şandeya dadgehê ji bo biryarê aşkere bike 5 deqîqe navber da danişînê. Şandeya dadgehê piştî navberê biryara xwe aşkere kir û ji ber ku parvekirinên Guler “gef û tundîyê” di nava xwe de na hewîne, derbarê Guler de biryara beraetê da.