Têkildarî êrişa li Mêrdînê 4 kes hatin binçavkirin 2023-01-19 14:41:58   MÊRDÎN - Di êrişa çekdarî ya li dijî wesayîteke li ser Rêya armûşê ya Mêrdînê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan. Tê payîn ku malbat dê cenazeyên wan bigirin. Walitiyê têkildarî bûyerê ragihand ku 4 kes hatine binçavkirin.    Duh bişev derdora saet di 00.30’an de dema wesayîteke bi plakaya Iraqê li ser Rêya Armûşê ya Mêrdînê ser rêya xwe diçû, ji hêla hin kesên nasnameya wan nehat zanîn ve hate gulebarankirin. Di êrişê de gule li 5 welatiyan ketin. Ji kesên di wesayîtê de Hindreen Abdullah Salih (39), Waheda Haedar Jasim (63), Abdullah Saleh Mustafa (69) û Chiman Shaheen Khalid (75) jiyana xwe ji dest dan. Ahmed Jalaladeen Îbrahîm (45) jî bi giranî birîndar bû. Îbrahîm, piştî mudaxileya ewil sewqî Xarpêtê hate kirin. Malbatên kesên jiyana xwe ji dest dan piştî bûyerê hatin Mêrdînê. Malbatên ku li ber Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mêrdînê disekinin, ji bo cenazeyan wergirin radiwestin.    WESAYÎT HATE ŞOPANDIN    Yek ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dan Nîhad Mikaîl Emîn, diyar kir ku piştî bûyer bihîstin hatin bajêr û anî ziman ku kesên hatin kuştin ji bo tedawiyê hatibûn Tirkiyeyê. Emîn, da zanîn ku heta niha wan bi xwe jî têkildarî bûyerê de tu agahî negirtine û li gorî agahiyên ji rayedaran girtine “wesayîta ku êriş lê hatiye kirin ji Nisêbîne ve ji aliyê wesayîteke din ve hatiye şopandin û van kesên di vê wesayîtê de ev êriş pêk anîne”. Emîn, bi lêv kir ku kesên ku wesayît şopandine 4 kes in û agahiya ku 2 kes hatine binçavkirin dane wan. Emîn got ku piştî cenaze wergirtin wê biçin Duhokê.    4 KES HATIN BINÇAVKIRIN     Walîtiya Mêrdînê têkildarî bûyerê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Walîtiyê di daxuyaniya xwe de têkildarî êrişê diyar kir ku kesên bi navê M.Ş., F.A., A.Y. û A.K. hatine binçavkirin û kirariyên wan didomin.