Siyasetmedarên di çalakiya greva birçîbûnê de serdana DBP’ê kirin 2023-01-19 17:12:19   STENBOL - Endamên ESP’ê û SGDF’ê yên li dijî tecrîda li Îmraliyê di roja 2’yemîn a greva birçîbûnê de ne, serdana Nûnertiya DBP’ê ya Stenbolê kirin.    Çalakiya greva birçîbûnê ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan dane destpêkirin, didome. Çalakiya greva birçîbûnê ya ku piştî di 16’ê çileyê de li ber Girtîgeha Kiriklar a Îzmîrê ji bo 3 rojan hate destpêkirin, duh jî li Stenbolê hate destpêkirin. Endamên ESP’ê û SGDF’ê di çalakiya xwe ya roja duyemîn de serdana Nûnertiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Stenbolê kir. Di serdanê de tecrîd, rewşa girtiyên nexweş û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û têkoşîna li dijî vê hate nîqaşkirin.    Çalakiya greva birçîbûnê wê sibê piştî daxuyaniya li ber Girtîgeha Bakirkoyê bê bidawîkirin.