Girtiyê nexweş Gozubuyuk hat berdan 2023-01-19 17:41:16   SEMSÛR- Girtiyê nexweş Alî Gozubuyuk hat berdan.    Girtiyê nexweş Aş,Gozubuyuk (49) ku di 13'ê Gulana 2022'yan de li Semsûrê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin, hat berdan. Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Semsûrê 7 sal û 6 meh ceza li Gozubuyuk birîbû û di Gozubuyuk di Girtîgeha Cirnê Reş a Hejmara 2'yan a Tîpa T'yê de bû. Gozubuyuk ji sala 2013'an ve ji ber derûniya wî xirab e, dermanan dixwe û gurçikên wî nerihet in. Gozubuyuk duh hat berdan.   Cezayê ku dadgeha herêmî li Gozubuyuk birîbû, Dadgeha Îstinafê 2 caran xera kiribû. Duh danişîna doza Gozubuyuk li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Semsûrê cardin hat lidarxistin. Dadgehê bi sûcê "endamtiya rêxistinê" 6 sal ceza li Gozubuyuk birî û paşê dadgehê di çarçoveya TMK'ê de nîviyê ceza zêde kir û bi giştî 9 sal ceza li Gozubuyuk birî. Heyeta dadgehê herî dawî bandora ceza ya li pêşeroja Gozubuyuk esas girt û daxist 7 sal û 6 mehan û ew bi şertê kontrolkirian edlî berda.