Tahmaz: Aktorên siyasî yên ku kurdan qebûl nakin dê nikaribin bi ser bikevin 2023-01-20 09:01:55   STENBOL - Hakan Tahmaz diyar kir ku siberoja Tirkiyeyê girêdayî helwesta bloka desthilat û muxalefetê ya li hemberî HDP'ê ye û wiha got: "Tu aktoreke siyasî ku xwesteka jiyana bi nasnameya xwe ya kurdan qebûl neke, nikare sedsala duyemîn a Tirkiyeyê bi demokrasiyê bitac bike."    Serokê Giştî yê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz, têkildarî polîtîkayên şer û helwesta desthilatê û muxalefetê ya li hemberî kurdan de axivî. Tahmaz destnîşan kir ku siberoja Tirkiyeyê girêdayî helwesta bloka desthilat û muxalefetê ya li hemberî HDP'ê ye.   Tahmaz diyar kir ku li Tirkiyeyê polîtîkayên şer ji roja ku komar hatiye avakirin heya niha didomin û got ku ji ber ku jiyana komên xwedî bîr û baweriyên cuda wekî pirsgirêkeke "bekayê" tê fêmkirin, dewlet di şer de israr dike. Tahmaz bilêv kir ku dewlet bi salan e bi polîtîkayên şer li hemberî hemû cudahiyan şer dike û wiha got: "'Pirsgirêka 'beka'yê ya dewlet, niha veguheriye pirsgirêka bekaya desthilatê." Tahmaz hişyarî da ku dawî li van polîtîkayan bê û got ku divê gavên asayîbûnê bên avêtin.    SEDEMA KU KURD HEDEF TÊN GIRTIN   Bi domdarî Tahmaz bal kişand ser polîtîkayên şer ên desthilatê yên li hemberî kurdan û wiha domand: "Hêza herî girîng a li hemberî bîrdoziya damezrîner a li ber xwe dide kurd in. Dewlet ji ber vê dixwaze li Tirkiye, Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê kurdan bitepisîne. Tekane rêya sekinandin vî şerî, xurtkirina zemîna siyaseta demokratîk e. Li cihekî ku hiqûq, siyaset û saziyên dewletê ji holê hatine rakirin, pêşîlêgirtina li şer ne pêkan e. Ev felsefeya dewletê, dewlemendiyên Tirkiyeyê û hebûna kurdan ji xwe re wekî gefekê dihesibîne. Tekane hêza ku vê gefê ji holê rake, ew e ku kurd wekî xwe bijîn."    RÊYA AŞTIYÊ   Di berdewamê de Tahmaz destnîşan kir ku kurd ji bo bi nasnameya xwe, bi çand û zimanê xwe bijîn dewlet êdî divê kodên xwe biguherîne û di vî warî de hişyarî da muxalefetê jî. Tahmaz, bi lêv kir ku heya ku muxalefet xwe ji vê fikrê xelas neke dê şer bidome. Tahmaz, anî ziman ku kurd dînamîka herî girîng a demokratîkbûna Tirkiyeyê ne û divê kurd mafê xwe wergirin. Tahmaz diyar kir ku desthilat divê bi kurdan û derdorên din ên mafên wan tên binpêkirin re ber bi rêyekeçe aştiyê ve biçe û ev tişt anî ziman: "Tekane şertê vê rêyê jî pêwendîdanîna bi aktorên siyasî re ye ku dikarin vê yekê pêk bînin."   Tahmaz êrişên desthilatê yên li ser HDP'ê jî nirxandin û wiha pê de çû: "Ev êriş xwe dispêrin du hincetan; netewperestiya tirk û tirsa ku AKP'ê ew afirandiye. Ger hûn bi vê tirsê siyasetê bikin nabe. Di ser netewperestiya tirk re, jiholêrakirina xwestek û daxwaza jiyana bi nasnameya xwe ya kurdan şer nade sekinandin, berekesê wê dê gurtir bike. Aktorên siyasî yên ku nikaribin ji heq vê derkevin dê nikaribin sedsala duyemîna  komarê bi demokrasiyê bitac bikin. Lewma tişta divê bê kirin pir eşkere ye; bila muxalefet wêrek be."    ‘BÊYÎ HDP'Ê NE PÊKAN E'   Tahmaz hilbijartinên 2023'yan jî bibîr xist û axaftina xwe wiha qedand: "Ev hilbijartin ji bo Tirkiyeyê di wesfê qederê de ye. Bêyî HDP'ê di vê hilbijartinê de biserketina muxalefetê ne pêkan e."