Li Girtîgeha Xarpêtê li qawîşên girtiyên siyasî provakasyon tê kirin 2023-01-20 09:41:21 AMED - Rêveberiya Girtîgeha Hejmar 2 ya Xarpêtê girtiyê edlî xistin qawîşa girtiyên siyasî. Li ser vê yekê 6 girtiyên siyasî nerazîbûn nîşan dan û ji ber xemsariya rêveberiya girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kirin û çalakiya wan hêj didome.    Rêveberiya Girtîgeha Hejmar 2 ya Xarpêtê girtiyê edlî yê bi navê Hanefî Şanda ku pirsgirêkên psîkoljîk ên giran dijî û 8 cureyên dermanên antîdepresanê bi kar tîne xist qawîşa girtiyên siyasî. Girtiyên siyasî dibêjin ku Şanda nikare hewcehiyên xwe yên şexsî bi cih bîne û zirarê dide girtiyên nexweş. Ji bo ku înfaza Şanda were sekinandin, li nexweşxaneyeke cuda were sewqkirin û li dijî xistina Şanda li qawîşa girtiyên siyasî, girtiyan di 10’ê çileyê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiribûn. Girtiyên bi navên Mahsun Sarp, Abuzer Doymaz, Mesut Yaşasin, Savaş Geçîrgen, Kendal Barut û Mehmet Siyaç Dînç di koma ewilî ya greva birçîbûnê de cih girtin.   SERGARDIYAN GEF XWAR    Girtiyên ku xwe gihandin Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) dan zanîn ku tevî hemû nerazîbûnên wan jî rêveberiya girtîgehê Şanda ji qawîşa wan nebiriye û girtiyê bi navê Mahsun Sarp ji hêla gardiyanan ve hatiye derbkirin.    Rêveberiya MED TUHAD-FED’ê ku giliyên girtiyan li cih lêkolîn kir, tespît kir ku Şanda zirarê dide girtiyên li qawîşa wî dimînin. Girtiyên ku bi rêveberiya komeleyê re hevdîtin kirin ev tişt anîn ziman: “Girtiyê bi navê Hanefî Şanda di 10’ê çileya 2023’yan saet di 14.20’an de li qawîşa Mahsun Sarp û Ercan Adlim hate bicihkirin. Xwarinê naxwe û nizane biçe destavê û serê xwe naşo. Li qadên hevpar nikare bi girtiyan re lihev bike. Heta niha 20 ode guherandine. Ji bo ku Şanda bibin nexweşxaneyê yan jî înfaza wî were sekinandin daxwazên me çêbûn lê belê gotin; ‘Em nikarin vî bibin cihekî. Heke em vî bibin cem girtiyên din ên edlî dê rastî tecawizê bê.’ Bi vê sedemê daxwazên me red kirin. Di navbera girtiyên siyasî Mahsun Sarp û Ercan Adlim û rêveberiya girtîgehê de nîqaş çêbû. Li ser vê yekê komeke ku sergardiyan jî di nav de bûn gefa ‘em dewlet in û çi bixwazin hûn dê bi wê bikin’ xwarin.”    20 DEQÎQEYAN HATE DERBKIRIN   Bi domdarî girtiyan ev agahî parve kirin: “Gardiyanan qederê 20 deqeyan Mahsun Sarp derb kirin. Girtiyê bi navê Ercan Adlim ê 69 salî jî bû şahid. Tîşortê Mahsun Sarp di nava xwînê de ma. Ji ber vê bûyerê jî her tim serê wî dizivire. Tenduristvanên li revîrê gotin; ‘Ez nizanim bê ka ev şop tê bi xwe çêkirine yan na.’ Bi vê yekê nehiştin Sarp biçe nexweşxaneyê. Sarp ku xebatkarên girtîgehê heqaret lê kirin, giliyê wan kir. Me bi Sarp re hevdîtin kir û got ku 24 saetan piştî derbkirinê birine revîrê û di her qonaxê de heqaret lê hatiye kirin, dema diçû dest avê xwîn ji cihê destava wî dihat, rexê rastê yê qirika wî sor bûye, zendika wî ya rastê sor bûye, lingê wî yê çepê reş û şîn bûye.”    Her wiha ji bo ku Hanefî Şanda were tedawîkirin an jî înfaza wî were sekinandin, girtiyên siyasî ji Wezareta Dadê re daxwazname şandin.