Cezayê tacîza zayendî yê cîgirê midur hate pejirandin 2023-01-20 09:47:15   ŞIRNEX - Dadgeha Îstînafê 22 meh û 15 roj cezayê hefsê yê li Bûrak Ercan ê li Cizîrê tacîza zayendî li 43 xwendekaran kir hatibû birîn pejirand. Parêzerên xwendekaran wê biryarê temyîz bikin.    Cîgirê Midurê Lîseya Anatoliya ya Navendî ya Cizîrê û Nûnerê Egîtîm Bîr-Senê Burak Ercan, di sala 2018’an de li Cizîr a Şirnexê tacîza zayendî li zêdetirî 40 xwendekaran kir. 22 meh û 15 roj cezayê hefsê yê di doza Ercan lê dihat darizandin de hatibû birîn ji aliyê Dadgeha Îstînafê ve hate pejirandin. Doza ku li ser giliyê zarokan cara yekem li Dadgeha Ceza ya Asliye ya Cizîrê hat vekirin, pişt re sewqî 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê hat kirin. Di danişîna biryarê ku di 11’ê adara 2022’yan de pêk hat de daxwazên girtina Ercan hatin redkirin û 22 meh û 15 roj cezayê hefsê lê hate birîn.    Li ser vê yekê hem parêzerên Ercan hem jî parêzerên zarokan têkildarî biryara dadgehê îtîrazî Dadgeha Îstînafê kirin. 7’emîn Daîreya Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Amedê, îtîraza parêzerên Ercan qebûl nekir û cezayê ku dadgeha herêmî birî bû di 13 çileyê de pejirand.   Parêzerên xwendekaran diyar kirin ku wê li dijî biryarê serî li rêya temyîzê bidin.