Dosyeya têkildarî hestiyên li Geliyê Zîlan dozger bi dozger digere! 2023-01-20 11:50:11   WAN - Hat zanîn ku doseyaya îxbara têkildarî hestiyên li Geliyê Zîlan ku komkujî lê qewimîbû di mehekî de ji 3 dozgeran re hatiye şandin.    Geliyê Zîlan a bi ser navçeya Erdîşa Wanê ve di 13’ê Tîrmeha 1930’yî bi hezaran welatiyên kurd bi komî hatibûn qetilkirin. Di van salên dawî de li Geliyê Zîlan Bendava Koçkopru hatibû çêkirin. Bi kêmbûna ava bendavê re hestiyên mirovan derketin holê. Tevî ku di 12’ê kanûna 2022’yan de hestî hatin dîtin jî hê tu lêpirsînek û lêkolînek nehatiye destpêkirin.    Bi pêşengiya Navenda Mafên Mirovan a Baroya Wanê, şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ên Wanê, Nûnertiya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) a Wanê û Komeleya Pêşvebirina Lêkolîna Parastina Berhemên Dîrokî ya Wanê (Çev-Der) di 22’yê kanûna 2022’yan de çûn herêmê û lêkolîn kiribûn.    Parêzeran piştî lêkolîna li herêmê ji bo hestiyên derketine qeraxê avê bên berhevkirin û lêkolînkirin serî li Serdozgeriya Komarê ya Erdîşê dabûn.  Tevî ewqas wext di ser re derbas bûye jî hestiyên derketine holê hilnedana bin parastinê û lêpirsîn nehatiye destpêkirin.    Hat diyarkirin ku dosyeya îxbara hatiye amadekirin di mehekê de ji 3 dozgeran re hatiye şandin. Hat ragihandin ku dosye herî dawî radestî dozgerê “terorê” hatiye kirin.