Şenyaşar: Bila bêhiqûqî ji holê bê rakirin 2023-01-20 12:44:21 RIHA - Ferît Şenyaşar ê Nobeta xwe ya Edaletê di roja 683’yemîn de didomîne, xwest ku demildest zilm û bêhiqûqî ji holê bê kirin.    Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 683’yan de berdewam dike. Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar ên ji mala xwe ya navçeya Pirsûsê hatin ber deriyê edliyeyê nobeta xwe domandin.    BÊEDALETΠ   Ferît Şenyaşar ê di nobetê de axivî, diyar kir ku li paytextê cîhana îslamê yê 2023’yan zilma darazê didome. Şenyaşar, anî ziman ku li Tirkiyeyê bêedaletiyek heye lê bêedaletiya herî mezin niha li qesra edaletê ya li ber nobetê digirin pêk tê û wiha got: “Di sala 2018’an de li dijî malbata me komkujiyek hate kirin. Lê bobelateke hiqûqê kirin û bûyer yek bûyer bû lê wekîlê Serdozgerê Rihayê Enver Eroglû doz kir du beş. Piştî ku ev bobelata hiqûqê pêk anî, terfî kir û bû Serdozgerê Komarê yê Dêrsimê. Sedemê ku doza me bi vê ecêbiyê didome ew e ku parlamenterekî partiya deshilatê di nava dozê de ye.”   ‘BILA BÊHIQÛQÎ JI HOLÊ BÊ RAKIRIN’   Şenyaşar, bi bîr xist ku dema ewilî li ber edliyeyê dest bi nobetê kirin her tim dihatin astengkirin û ev tişt gotin: “Êdî dewlet jî hînî vê rastiyê bû ji ber têkildarî pêvajoya dawî hemû heqîqet derketin holê êdî mudaxileyî me nakin. Dema em dixwazin rûdinin û pankarta xwe vedikin. Yekane daxwaza dayikê ew e ku kurê wê yê bi fermana serdestan bi awayekî bêhiqûqî hatiye girtin were berdan. Dayik jî êdî westiya. Em dixwazin ev zilm û bêhiqûqî demildest ji holê bê rakirin.”