Nobeta Edaletê: Ji bêhiqûqiya li Îmraliyê Bozdag berpirsyar e 2023-01-20 13:16:29   ENQERE - Parlamenterê HP’ê yê Rihayê Omer Ocalan qedexekirina hevdîtina malbat û parêzeran a bi  Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re weke “dijminatiya kûr a li dijî kurdan” pênase kir û wiha got: “Ji bêhiqûqiya li Îmraliyê wezîrê dadê Bozdag berpirsyar e.”    Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi mebesta ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike, dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakî di roja 22’yan de berdewam dike. Parlamenterên HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Mahmût Togrûl, Omer Ocalan, Zeynel Ozen, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Celadet Gaydali, Zuleyha Gulum û Kemal Pekoz tev li çalakiya îro bûn. Di çalakiyê de dovîzên “Bila li Îmraliyê hiqûq bikeve meriyetê” û “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” hatin hilgirtin. Daxuyanî li pêşiya Meclisê hate dayîn.   Di çalakiyê de Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan ev tişt anî ziman: “Heke dewlet dewleteke hiqûqê be û bi qanûn û zagonan were birêvebirin, heke makeqanûneke vî welatî hebe, bêguman divê ev qanûn li her deverê di meriyetê de bin. Di pêkirina van qanûnan de divê li gorî şexsan cihêkarî neyê kirin. Lê binêrin; li gel birêz Ocalan her wiha ji girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ev 22 meh in tu agahî nayên girtin.”    BI ERÊNÎ YAN JÎ NEYÎNÎ BERSIVEK NAYÊ DAYÎN   Bi domdarî Ocalan da zanîn ku serlêdanên malbat û parêzeran bêencam dimînin û wiha domand: “Divê wezîrê dadê daxuyaniyekê bide ji ber ku divê îzahetek were kirin. Carnan tecrîd hatiye girankirin lê ev 22 meh in tenê hevdîtineke kin a li ser telefonê hatiye kirin. Ew jî ne li gorî mewzûatan bû. Di 25’ê adara 2021’an de gazî malbatê kirin ku biçin Qesra Dadê ya Rihayê. Li Îmraliyê telefonek hatiye kirin û piştî hevdîtineke 4-5 deqeyan jî hate qutkirin. Em dixwazin wê rewşa ku birêz Ocalan anî ziman bi raya giştî re parve bikin. Dibêje; ‘Ev meseleye meseleyekî siyasî ye, meseleyekî hiqûqî ye û divê tavilê parêzer bên vê derê.’ Kurtasiya wê hevdîtinê ev bû; ‘Dewlet xeletiyê dike, divê kesek nebe şirîkê vê xeletiyê.’ Weke malbatê em her hefteyê serlêdanê dikin. Lê mixabin serlêdanên me bêencam dimînin. Tu muxatabên me nînin. Bi erênî yan jî neyînî tu bersiv nayên dayîn.”    'ÇARESERÎ LI WASHINGTONÊ NÎNE’   Di berdewamê de Ocalan serlêdanên ji bo hevdîtinê yên hevserokên giştî yên HDP’ê û parlamenteran bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Temamiya serlêdanan bêencam hiştin. Faşîzma AKP-MHP’ê pergala hiqûqê ya vî welatî serûbin kirin. Qanûnan li gorî xwe şîrove dikin. Keyfiyet û bêhiqûqiyeke mezin heye. Bêguman em dizanin vê rewşê eleqeya xwe bi pirsgirêka kurd re heye. Haya me ji êşên bi salane tên kişandin heye. Em û gelê me di ferqa şerê 40 salî de ne. Bi hezaran gund hatin valakirin, ji her du aliyan bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan. Partiya me li gelê wê ye ku ev meseleye bi rê û rêbazên demokratîk bê çareserkirin. Em ji bo vê têdikoşin û navnîşana çareseriyê nîşanî hikûmetê didin. Çareseriya vê pirsgirêkê ne li Washingtonê, Amerîka, Rûsya yan jî di civîna Soçiyê de ye. Çareserî di operasyonên hevpar ên welatên cîran de nîne. Muxatabên vê pirsgirêkê diyar in. Windahiyên mezin çêdibin.”    'EM HIQÛQA BIRÊZ OCALAN DIPARÊZIN’   Omer Ocalan bi lêv kir ku îktîdara AKP-MHP’ê siyaseta xwe li ser mirinan dike û ev nirxandin kir: “Divê ji bo çareseriyê gav bên avêtin. Di navbera salên 2013-2015’an de dewletê çendek hevdîtin kir. Şandeyên ku partiya me jî aliyekê wê bû hatin avakirin û van şandeyan li Îmraliyê bi birêz Ocalan re hevdîtin kirin. Kesayetên ji MÎT û Musteşariya Ewlekariya Cemaweriyê çûn Îmraliyê. Lê li holê hikûmeteke heye ku van tiştan tune dihesibîne. Dixwazin ku em hevdîtinên di navbera salên 2009-2015’an ên li Osloyê û hevdîtinên di navbera 2013-2015’an de tune bihesibînin. Li gel ku gelek pirsgirêk hebûn jî lê di navbera salên 2013-2015’an de tu kes nehate kuştin. Em jî li gel vê ne. Em çareseriyê, demokrasî û azadiyê diparêzin. Bêguman em hiqûqa birêz ocalan jî diparêzin.”    'ÇIMA EV QANÛN LI ÎMRALIYÊ NAKEVIN MERIYETÊ?’   Ocalan axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Çima qanûnên heyî li Îmraliyê nakevin meriyetê? Malbat çima nikarin biçin hevdîtinê? Parêzer çima nikarin biçin serdanan? Em baş di ferqê de ne ku mijara behsa xeberê dijminatiye kûr a li hemberî kurdan e. Lê ev çareserî nîne. AKP ji bo parastina îktîdara xwe hewl dide her tiştekî têxe bin kontrola xwe. Dixwaze car bi car pirsgirêkên heyî hîn mezintir bike. Lê ev mijar mijareke wisa ye ku nabe li gorî hilbijartin û meseleyên rojane yên siyasî bê nirxandin. Em dixwazin nêzikatiyeke cidî ya dewletê hebe. Daxwaza vê jî tê kirin û têkoşînek tê dayîn. Sedema Nobeta Edaletê ya parlamenterên HDP’ê jî ev e. Di vê çarçoveyê de pêşniyaran bo AKP’ê dike. Daxwazên me daxwazên rewa û qanûnî ne. Em li benda lutfa kesekî nînin. Em dibêjin ku di mewzûata vî welatî de çi hebe bila bi wê bikin. Banga me ji bo Wezareta Dadê heye; Wezareta Dadê weke sazî ji bêhiqûqî û ji hemû encamên neyînî yên li Îmraliyê dê derkevin holê berpirsyar e. Wezîrê Dadê Bekir Bozdag ji vê berpirsyar e ku bersiva serlêdanê me nade. Em dixwazin ku tavilê bi qanûnan bikin. Dê têkoşîna me ya ji bo vê bidome. Em ê destûrê nedin ku tecrîda li Îmraliyê tevahiya civakê dîl bigire.”