Cerdevanan şer kirin: Kesek mir 2023-01-20 13:48:17   SÊRT - Li navçeya Dihê di navbera cerdevanan de şer derket, di encama şer de cerdevan Mehmet Yilmaz hate kuştin.   Li gundê Reşîne yê girêdayî navçeya Dihê ya Sêrtê di encama şerê di navbera cerdevanan derket de cerdevanê bi navê Mehmet Yilmaz jiyana xwe ji dest da. Li gorî agahiyên hatin bi dest xistin li noxteya cerdevanan a li gundê Reşîneyê di navbera Mehmet Emîn S. û Mehmet Yilmaz (25) de nîqaş derket. Hate diyarkirin ku piştî nîqaş veguherî şer, Mehmet Emîn S., Yilmaz kêr kiriye. Yilmaz ê giran birîndar bûyî, ji aliyê tîmên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê ve rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dihê. Yilmaz tevî hemû mudaxileyan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.    Cenazeyê Yilmaz ji bo kirariyên otopsiye birin morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Sêrtê. Cerdevan Mehmet Emîn S. jî hate binçavkirin.