Cizîrê 6 kes hatin berdan 2023-01-20 18:06:09   ŞIRNEX - Li Cizîrê 6 kesên ku hatibûn binçavkirin hatin berdan.   Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di 17’ê Çileyê de polîsan bi ser gelek malan de girtibû. Di avêtina ser malan de welatiyên bi navê Mehmet Zekî Akil, Sekvan Kaydi, Ramazan Akça, Haci Kaydi, Suleyman Ustun û Şirin Ustun hatibûn binçavkirin. Ji 6 kesên ku bi îddiaya “alikariya rêxistinê kirine” hatibûn binçavkirin, duh sê ji wan sewqî edliyeyê hatibûn kirin û piştî îfadeya li dozgeriyê bi şertê kontrolkirina edlî sewqî dadgehê hatibûn kirin û dadgehê jî bi heman şertî ew berdabûn.    Îro jî Haci Kaydi, Suleyman Ustun û Şirin Ustun sewqî edliyeyê hatin kirin. Her sê kes jî bi şertê kontrolkirina edlî hatin berdan.