Li Bismilê gelek kes hatin binçavkirin 2023-01-20 20:02:31   AMED – Li Bismilê di avêtina ser malan de herî kêm 8 kes hatin binçavkirin.    Li navçeya Bismilê ya Amedê îro danê sibehê polîsan avêtiye ser gelek malan. Hat ragihandin ku di avaêtina ser malan de herî kêm 8 kes hatine binçavkirin.    Ji welatiyên hatine binçavkirin navê hinan jê wiha ye: Îmam Aras, Fatma Aras, Habîb Sînbag, Ozan Oral, Hasan Koç, Rozerîn Bakir, Berat Yavuz û Dîlan Dogan.   Hat ragihandin ku biryara veşartinê li ser dosyeyê heye