Partiya ÎYÎ bi navê 'alikariyê' bêyî haya wan jê hebe gelek jin kirine endam 2023-01-21 09:03:07   ŞIRNEX - Li navçeya Silopiyayê Rêxistina Partiya ÎYÎ'yê di bin navê "alîkariya xurekan" de fotokopiyên nasnameyên bi sedan jinan ji wan wergirtine û bêyî haya wan jê hebe ew kirine endamên partiyê.   Li taxên Karşiyaka û Şehîd Harûn ên navçeya Silopiyayê ya Şirnexê, Partiya ÎYÎ'yê li ser navê "maseya şeşalî" ku ji CHP, Partiya ÎYÎ, DEVA, Partiya Saadet, Partiya Pêşerojê û Partiya Demokratê pêk tê, di bin navê "alikariya xurekan" de heta niha fotoqopiyên bi sedan jinan wergirtine û bêyî haya wan jê hebe ew kirine endamên partiyê. Hin malbatên ku di sepana "e-devlet"ê de bi vê yekê hesiyan, çûn avahiya partiyê û bertek nîşanî vê yekê dan û endamtiyê betal kirin. Li navçeyê ev kirinên Partiya ÎYÎ'yê didomin.    LI SER NAVÊ ALIKARIYÊ WELATIYAN DIKIN ENDAMÊN PARTIYÊ   Ji jinên ji Taxa Karşiyakayê ku bêyî wan ew kirine endamên partiyê Guler Başakê diyar kir ku bi dehan jin di bin navê alîkariyê de kirine endamên xwe û wiha got: “Hatin vir û ji me re gotin, 'fotoqopiya nasnameyên xwe bidin me em ê alîkariya we bikin.' Min got xelkê me ye û baweriya min pê hat. Ez çûm min fotoqopiyeke nasnameya xwe anî û dayê. Piştî çûyîna wî, çend kesên li taxa me ji me re gotin ku ew bi vê yekê kesan dikin endamên partiya xwe. Gotin ew ne ji partiya me ne. Piştî ku ez pê hesiyam, min zarokên xwe şandin. Beyî ku min bikin endamên partiya xwe min fotoqopiya nasnameya xwe anî. Pişt re dilê min rihet bû. Dema hatin ji me re negotin ji kîjan partiyê hatine, tenê gotin 6 partî di vê xebatê de hene. Ji me re got, 'ferq nake, em hemû wek hev in, em nikarin partiya di hundirê we de derxin.' Ew dizanin ku em çi qasî mexdûr bûne, ji ber vê yekê ew bi zanebûn hatin."   GELEK KES KIRINE ENDAM   Başakê anî ziman ku ev bi tu awayî nayê qebûlkirin û wiha berdewam kir: “Em qebûl nakin ku me bi kar bînin. Heman tişt ji gelek jinên taxê re gotine û fotoqopiyên nasnameyên wan ji wan stendine. Kesên hay ji vê çêbûn, paşê çûn û fotoqopiya nasnameya xwe anîn. Ew li tevahiya bajêr digerin. Ji me re gotin ku ji bo alîkariyê li her derê Şirnex, Cizîr, Hezex û Silopiyayê geriyane. Bi me re lîstikan nelîzin. Divê kes berbayê van lîstikan nekeve. Divê gel hişyar be. Dengê me jî û partiya me jî zelal e. Ew nikarin me bixapînin. Ma em dîn in ku em berbayê vê lîstikê bikevin."   'BILA HER KES HIŞYAR BE'   Li Taxa Şehîd Harûn jî welatiyê ku rastî heman tiştî hat û nexwest ku navê wî bê eşkerekirin wiha got: “Kesek hat û ji me re got, ew ji bo ‘alîkariyê’ hatine. Paşê ji me re got ku ji bo alîkariyê bidin fotoqopiya nasnameyê pêwîst e. Paşê gelek ji me fotoqopiyên xwe dan. Heger bigotana ku 'ez ji bo endamtiya partiyê digerim' tu kesî nedida wan. Ji her kesî re gotine 'Em ê we bixin Îşkûrê, hûn ê bibin xwedî kar, em ê alîkariyê bidin we.' Ev çend sal in em li vir in û kesî alîkariya me nekiriye. Ger rast bûna tişteke wiha nedikirin. Çi hewcedariya tiştekî wiha heye? Ma rast e ku mirov di serî de bibêje em ê alikariya we bikin û piştre bikin endam? Li seranserê Silopyayê geriyane û vî tiştî dikin. Tişta ku hat serê me, bila neyê serê tu kesî. Bila her kes hişyar be."   MA / Zeynep Dûrgût