Bi hezaran kes li dijî tecrîda li Îmraliyê daketin qadan 2023-01-21 19:14:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Til Temirê bi hezaran kes ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşiyan.    Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, şêniyên navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê bi meşekê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin. Di meşê de pankartên "Ciwan fedaiyên rêber Apo ne", "Dem dema azdiya rêber Apo ye", alên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û posterên Abdullah Ocalan hatin hildan. Meş li dawiya Kolana Şehîd Omer Baravî ya naverasta navçeyê rawestiya. Endama Kongra Starê Zehra Emînê daxuyaniya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê xwend.   Di daxuyaniyê de îşaret bi komkujiyên dewleta tirk ên li dijî mirovahiyê û tecrîdkirina Abdullah Ocalan hat kirin û wiha hat gotin: "Dewleta tirk a dagirker difikire ku bi girankirina tecrîda li ser Rêbertî dikare berxwedana li çiyayên Kurdistanê bi dawî bike û projeya neteweya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibe.”    Her wiha hate diyarkirin ku dewleta tirk bi hemû rê û rêbazan hewl dide destkeftiyên gelan têk bibe û wiha hat gotin: "Divê her yek ji me erka ku dikeve ser milê ma pêk bîne û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî bang bike."   Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.