Ûca: Peyman tenê ne bes e, divê daxwazên şengaliyan jî li ber çavan bên girtin 2023-01-22 09:03:53   AMED - Meclisa Almanyayê tiştên di sala 2014'an de bi destê DAIŞ'ê hatibûn serê êzidiyan wekî komkujiyê pesend kir. Parlamentera HDP'ê Feleknas Ûca ji bo vê wiha got: "Ev biryareke dîrokî ye. Divê tenê ne li ser peymanê be, heke jidil bin divê gaveke mezintir bê avêtin û daxwazên gelê Şengalê li ber çavan bên girtin."   Meclisa Federal a Almanyayê di 19'ê çileyê de komkujiya di sala 2014'an de bi destê DAIŞ'ê li Şengalê li dijî êzidiyan hatibû kirin, wekî qirkirin nas kir. Partiyên hikûmetê, Partiya Civakî ya Demokrat (SPD), Partiya Keskan û Partiya Demokratên Azad (FDP) û partiya mixelefetê ya sereke û Partiya Yekitiya Xiristiyanan (CDU/CSU) tev li rûniştina li meclisê bûn.    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê Feleknas Ûca, biryara Meclisa Federal a Almanyayê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) nirxand.     EV MESELEYE ÇI QASÎ BI PÊŞENGÊN ŞENGALÊ RE NÎQAŞ KIRINE?   Ûca bibîr xist ku fermana 2014’an a li ser Şengalê hatiye kirin ji aliyê gelek dewletan ve biryara wê hatiye standin û wiha got: “Em dikarin bêjin ku biryara hat dayîn balkêş e û gaveke girîng e. Lê ev biryar çiqasî bi civaka êzîdî re têkildar e, ev girîng e. Divê ev bên pirsîn û nîqaşkirin. Bi awayekî fermî wekî komkujiyê qebûlkirin tiştekî cuda ye. Ji bo pêşerojê biryara Şengalê bidin şande çiqas bi gelê êzîdî û Rêveberiya Xweser a Şengalê re têkilî daniye û li wê derê pirsgirêk û daxwazên xelkê Şengalê çiqas bi wan re hatine nîqaşkirin?"   HÊZÊN KU ŞENGAL RIZGAR KIRINE ESAS NEGIRTINE   Bi domdarî Ûca da zanîn ku di biryarê de qet qala hêzên ku Şengal rizgar kirine nehatiye kirin lewma li gel wan guman peyda bûne û wiha û pêde çû: "Hêzên ku Êzidîxan ji fermanê xelas kirine nehatine dîtin. Li vir behsa wan nehatiye kirin. Ev pirsgirek e."   ‘DIVÊ HER KES DAXWAZÊN GELÊ EZIDÎ LI BER ÇAVAN BIGIRE'   Di berdewamê de Ûcayê destnîşan kir ku ev biryar girîng e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Lê divê mirov rastiya Şengalê bibîne. Gelek proje û gelek tişt li ser Şengalê tên çêkirin. Ev derveyî vîna gelê Şengalê tên kirin. Hemû welatiyên Ewropayê fermana Şengalê qebûl dikin û behsa xurtkirina Peymana 9'ê Cotmehê dikin. Lê ev peyman  ji bo civaka êzidiyan tê çi wateyê? Pêşiya fermaneke din vedike. Li ser vê qet nîqaş nakin û bê agahî jî nîn in. Ji ber vê pêwîst e ku mirov daxwaz bike. Bi rastî jî ger dixwazin pêşiya fermaneke din bigrin, nexwe divê şande ne tenê biçe Hewlerê, divê berê xwe bide Şengalê jî û rastiya Şengalê li vir bibîne. Li vir biaxivin û nîqaş bikin dê bêhtir encam bê girtin. Ev biryar, li meclisê bi tevlibûna hemû partiyan hat girtin. Ev tiştekî girîng e. Lê belê gelek rexne jî li Parlamentoya Federal hatin kirin. Divê em vê yeke jî bibînin. Her çiqas ev biryar hatibe girtin jî lê rexneyên partiyên siyasî hebûn. Li ser amadekirin û biryara hatiye dayîn nîqaşa der barê durûtiyê de ku li hemberî civaka êzidiyên li Şengalê tê meşandin jî gelek girîng bû. Divê daxwazên civaka êzidî li ber çavan bigrin. Di dema êrişên li ser Şengalê de gel ma bi tenê û dest ji cihê xwe bernedan, xwe parastin û xwe bi rexistin kirin. Îro li Şengalê Rêvaberiya Xweser ava kirin. Pêwîst e ku di biryaran de her kes gelê Şengalê û îrada Şengalê li ber çavan bigire."   Feleknas Ûca destnîşan kir ku piştî fermanê gelek êzidî derbasî Almanyayê bûn û ev tişt anî ziman: "Lê pêwîst e ku Almanya rol û rista xwe bîne cih û Şengalê înkar neke. Çi qewimiye divê bibîne. Wê demê ez dikarim bibêjim ku ev biryar yê bê tijîkirin. Heke wisa neke, ev biryar wekî biryara ku welatên din standiye nabe bersiv ji bo civaka êzidî.”    ‘HEKE JIDIL BIN DIVÊ ÊRIŞAN BIDIN SEKINANDIN'   Ûca, diyar kir ku heke Parlamentoya Almanyayê jidil be divê şandeyekê bişîne Şengalê û bi Rêveberiya Xweser a Şengalê re rûnê û axaftina xwe wiha qedand: "Êriş û gefên li ser Şengalê tên kirin divê bide sekinandin. Divê pêşî li êrişên dewleta tirk bên girtin. Mirov wê demê dikare bibêje di vê biryarê de jidil in. Ev biryar gaveke dîrokî ye û girîng e. Lê divê tenê li ser peymanê nemîne. Divê di pratîkê de jî guhertin çêbibin û gaveke mezintir bê avêtin."   MA/ Mehmet Guleş