Li Şêxmeqsûd avahiyek hilweşiya: Mirî û birîndar hene 2023-01-22 10:44:45   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Taxa Şêxmeqsûd a Helebê avahiyekî 5 qat hilweşiya. Di encamê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û lêgerîna li ser xerabeyên avahî didomin.    Li Taxa Şêxmeqsûd a Helebê ku gelemperiya şêniyê wê kurd in, avahiyekî 5 qat hilweşiya. Li gorî nûçeya ANHA’yê; avahî şevê din hilweşiya û heta niha herî kêm 10 kes ji bin kavilên avahî hatine derxistin. Ji kesên bin kavilan hatine derxistin 7’an jê jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar in.   Hat zanîn ku ji welatiyên rakirin Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir rewşa 2’yan jê giran e.    Hat zanîn ku 7 malbat li avahiya hilweşiyayî dijiyan û hêjta hinek kes di bin xerabeyên avahî de ne. Xebatên lêgerînê berdewam in.