Malbata Şenyaşar: Em ji bo welatekî mirov bikare lê bijî daxwaza edaletê dikin 2023-01-22 11:52:12 RIHA - Malbatê Şenyaşar ku têkoşîna xwe ya edaletê didomîne bertek nîşanî redkirina Pêşniyarqanûna Lêkolînê ya têkildarî komkujiya li Nexweşxaneyê Dewletê ya Pirsûsê da.    Xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku bi birîndarî ji komkujiyê xelas bûbû, di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 685’an de berdewam kir. Di dawiya hefteyê de deriyê edliyeyê girtiye lewma malbatê nobet li mala xwe ya li Pirsûsê domand.    Têkildarî mijarê malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev peyam parve kir: “HDP’ê li Meclisê ji bo komkujiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê Pêşnûmepirsa Lêkolînê da. Redkirina vê pêşnûmeyê bêwijdanî ye. Parastina kesên sûcên li dijî mirovahiyê kirine ye. Em ji bo welatekî mirov bikare lê bijî daxwaza edaletê dikin.”