Polîsan endama OGK’ê Polat îşkence kirin 2023-01-22 12:44:49   STENBOL - Dema endamên ESP û SGDF’ê dixwestin têkildarî tecrîda li girtîgehan daxuyaniyê bidin polîsan êriş biribûn ser. Di êrişê de endama OGK’ê Berfîn Polat jî hatibû binçavkirin. Hat ragihandin ku Polat ji hêla Amirê Şaxa Ewlekariyê ya Stenbolê Hanîfî Zengîn ve hatiye îşkencekirin.    Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) bi mebesta protestokirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên li girtîgehan, dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojan kiribûn. Çalakî ji ewil li Îzmîrê hate destpêkirin û piştre li Stenbolê hate domandin. Di roja 18’ê çileyê de li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê daxuyanî hat dayîn û çalakî dest pê kir. Çalakvanan xwestin ku di 20’ê çileyê de li pêşiya Girtîgeha Jinan a Kadikoyê bi daxuyaniyekê çalakiya xwe bi dawî bikin. Lê belê polîsan êrişî çalakvanan kir û 10 endamên ESP û SGDF’ê binçav kirin.    DI BIN ÇAVAN DE ÎŞKENCE   Kesên binçavkirî di heman rojê saetên êvarê de hatin berdan. Ji binçavkiriyan, endama Koorînasyona Navendî ya Jinên Ciwan ên Azad (OGK) Berfîn Polat da zanîn ku Amirê Ewlekariyê yê Stenbolê Hanîfî Zengîn ku navê wî her tim bi îşkence û tacîzê di rojevê de ye îşkence li wê kiriye. OGK’ê têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev peyam parve kir: “Dema ku şoreşgeran xwestin têkildarî binpêkirina mafên girtiyên şoreşger daxuyaniyê bidin hatin binçavkirin. Tacîzkar Hanîfî Zengîn di dema binçavkirinê de endama me ya Koordînasyona Navendî Berfîn Polat îşkence kir. Dijminê jinan Hanîfî, dê jin hesabê ji te bipirsin.”