Hejmara kesên li Şêxmeqsûd jiyana xwe ji dest dayîn derket 12’an 2023-01-22 13:51:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Xebatên lêgerînê yên li ser xerabeyên avahiya 5 qat a li Taxa Şêxmeqsûd hilweşiyayî didomin. Hat zanîn ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dayîn derket 12’an.    Şevê din li Taxa Şêxmeqsûd a Helebê avahiyeke 5 qat hilweşiya. Xebatên lêgerînê yên li cihê bûyerê berdewam in. Li gorî nûçeya ANHA’yê; ji 14 welatiyên ji bin xerabeyan hatine derxistin 12’an jê jiyana xwe ji dest dan.    Hat ragihandin ku ji welatiyên rakirin Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a Helebê 5 jê zarok û 5 jê jin bi giştî 12 kesan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha 2 kes jî birîndar bûn. Navên 4 kesên jiyana xwe ji dest dane wiha ne: “Yûsif Carûr (Du sal û nîvî ye), Hemîda Carûr (8), Cemal Carûr (7) û Ridwan Mihemed (55).”