Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin 2023-01-22 16:08:36   NAVENDA NÛÇEYAN - Înîsiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Înîsiyatîfa Azadî ji bo Abdullah Ocalan-Sûriyeyê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û li dijî tecrîdê kampanyaya îmzeyan da destpêkirin.    Înîsiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pêşiya avahiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a li Qamişloyê daxuyaniyek da û ragihand ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî kampanyaya îmzeyan dane destpêkirin.    Kampanyaya îmzeyan bi hevkariya Înîsiyatîfa Azadî ji bo Abdullah Ocalan-Sûriyeyê hatiye destpêkirin. Daxuyanî ji hêla Xufran Kewkeb û Mistefa Ehmed Kurdî ve hate xwendin. Gelek kesên kurd, ereb, ermen û suryan tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de hat gotin ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwazin ku tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe û bi awayeke fîzîkî azad bibe.    AGAHÎ NAYÊN GIRTIN    Di daxuyaniyê de peyama gelên herêmê ya ji bo Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) hate bicihkirin.    Di peyamê de wiha hat gotin:   “Weke gel û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo rewşa Rêber Ocalan fikarên me hene. Ev nêzî 22 meh in rewşa Rêbertiyê nayê zanîn. Em tu agahiyên têkildarî rastiya hebûna wî ya fîzîkî yan jî sedemek qanûnî ku vê rewşê ronî dike û vê bêdengiyê şîrove dike, nagirin.   Rê nedan ku pênc parêzerên di 2’yê gulanê û 7’ê tebaxa 2019’an de ji bo hevîditinê serlêdan kiribûn, bi Rêber Ocalan re hevdîtinê bikin. Tê zanîn ku hevdîtina herî dawî di 27’ê Tîrmeha 2011’an de bû. Ji lewre, gelê kurd û dostên wan li seranserê cîhanê, bi taybet malbata Rêber Ocalan li ser negirtina tu agahiyekê ji Rêbertî ji dema peywendiya bi rêya telefonê ya di 25’ê adara 2021’an de, pir bi fikar in.    BÊDENGIYA WE METIRSIYÊN ME ZÊDETIR KIRIN   Rapora we ya têkildarî serdana we ji bo Rêber Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê ku di 5’ê tebaxa 2021’an de hatibû belavkirin, di nava gelê me de hat pêşwazîkirin û rêz jê re hate nîşandan. Ji ber ku we tê de tecrîda mutleq a li ser peywendiya Rêber Ocalan û her sê girtiyên din bi derve re, wekî cureyekî girtinê hesibandibû û we diyar kiribû ku ev rewş nayê qebûlkirin ji ber ku li dijî pîvanên navneteweyî yên mafên mirovan e.   Lê belê serdana we ya dawîn û pêkneanîna hevdîtinê bi girtiyan re û bidestnexistina agahiyên zelal têkildarî rewşa dawî ya Rêber Ocalan, metirsiyên me li hember rewşa tenduristî û fîzîkî ya Rêbertî zdêetir kirin.   BINPÊKIRINÊN QANÛNÎ   Hemû hincetên dewleta tirk ên ji bo rewakirina kiriyarên wê yên îşkenceya fîzîkî û derûnî li dijî Rêber Ocalan, neheq in. Karê wê di vê der barê de sîstematîk e û dijberî bendên madeya /1/ a Lihevkirina Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ye ya li gorî pîvanên lihevkirina NY’ê hatî ragihandin.   Îşkenceya li djiî Rêber Ocalan ne tenê bi rêya bêparhiştina wî ji mafên wî ye lê belê îşkenceyeke duqat e. Ev îşkenceya duqatî xwedî bandorên xirab e li gorî madeya /5/ a Danezana Mafên Mirovan a Cîhanê ya 1948’an, madeya /7/ a Hevpeymana Mafên Sivîl û Siyasî ya Navneteweyî ya sala 1966`an, Danezana Komeleya Giştî ya NY’ê ya 9’ê Cotmeha 1975’an. Li gorî madeyên /2/ û /4/ yên Lihevkirina Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ku dewleta tirk jî li ser îmze kiriye û aliyekî wê ye, divê tedbîrên zagonsaz an rêveberî yan jî dadwerî di qanûnên xwe yên hundirîn de bi cih bike, da ku rê li îşkenceyê bigire û van kiryarên îşkenceyê li gorî van qanûnan wekî  ‘sûc’ bên hesibandin.”   HEMLEYA KOMKIRINA ÎMZEYAN   Înîsiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang kir ku lezê bidin girtina tevdîran ya li gorî Qanûna Navneteweyî ku baweriya gelan bi civaka fermî ya navneteweyî xurt dike û wiha got : “Ji bo vê, divê li ser bidawîkirina tecrîda li ser birêz Ocalan bê bidawîkirin, hevdîtina bi parêzeran re neyê astengkirin û ji bo serbestberdana wî di demek nêz de kar bê kirin. Bi vê rengî dirustiya rêxistina we ya parastina mafên mirovan bê mîsogerkirin û teqezkirin.”   Tê payîn ku hemleya îmzeyan heta 15’ê Sibatê (24’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan) dewam bike.   Piştî komkirina îmzeyan ji gund, bajarok û bajarên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dê wesîqeya îmzeyan radestî Înîsiyatîfa ji bo Azadiya Abdullah Ocalan a Sûriyeyê bên kirin û ew jî dê radestî CPT’yê bike.