Komîsyona Gel û Baweriyan a HDP’ê bertek nîşanî şewitandina Qur’anê da 2023-01-22 16:12:13   ENQERE - Maseya Îslama Demokratîk a Komîsyona Gel û Baweriyan a HDP’ê bertek nîşanî şewitandina Qur’anê ya li pêşiya Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya Stockholmê da û wiha got: “Dê têkoşîna me ya li dijî tehekûmên li ser baweriyan tên kirin û hemû sûcên nefretê bidome.”    Maseya Îslama Demokratîk a Komîsyona Gel û Baweriyan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî şewitandina Qur’anê ji hêla siyasetmedarê rastgir Rasmus Paludan li pêşiya Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya li Stocholm a Swêdê daxuyanî da û bertek nîşan da. Daxuyanî bi sernavê “Em sûcê nefretê yê li dijî Îslamê şermezar dikin” hate weşandin û hat diyarkirin ku dê cihêkariya li dijî misilmanan tê kirin qebûl nekin.    Bi domdarî ev tişt hatin parvekirin: “Em nikarin îslamafobiya li Rojava zêde dibe qebûl bikin û tenê bişopînin. Ev provakasyon, di nava civakên ku gelek baweriyan di nava xwe de dihewînin rê li ber dijminatî û dabeşbûnê vedikin. Di heman demê de azadiyê û nirxên mirovî rencîde dikin û tenê bi kêrî nîjadperestiyê tên. Bawerî û taet mijareke wijdanî ye. Dê têkoşîna me ya li dijî tehekûmên li ser hemû baweriyan tên kirin û hemû sûcên nefretê bidome. Divê derheqê faîlê ku nirxa pîroz a misilmanan Qur’ana Kerîm şewitandî de tavilê kiriyar bên destpêkirin. Banga me li tevahiya raya giştî ya cîhanê ew e ku li dijî vî sûcê nefretê xwedî helwest bin.”