Ji bo gumanbarên komkujiya li Mêrdînê daxwaza girtinê 2023-01-23 11:58:06 MÊRDÎN - Ji ber komkujiya li Mêrdînê hatiye kirin ku 5 kes hatibûn qetilkirin, 6 kes hatibûn binçavkirin. Piştî bidawîbûna kar û barên îfadegirtinê, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.    Di roja 19’ê çileyê saet derdora 00.30’an de wesayîteke bi plakaya Iraqê li devera di navbera navçeya Nisêbîn û Qeserê yên Mêrdînê de rastî êrişa çekdarî hatibû. Di encama êrişê de welatiyên bi navên Hindirîn Abdullah Salih (39), Wahîda Heyder Casim (63), Abdullah Saleh Mûstafa (69) Çîmen Şahîn Xalid (75) û Ahmed Celaleddîn Îbrahîm (45) ên ji Herêma Federe ya Kurdistanê hatibûn qetilkirin.    Piştî bûyerê jî kesên bi navên F.A., A.K., Ç.B., M.Y., O.M. û kesekî navê wî nehat zanîn hatibûn biçavkirin û sewqî Edliyeya Mêrdînê hatin kirin. Piştî kar û barên îfadegirtinê yên li dozgeriyê, gumanbar bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayên Silhê ya Mêrdînê hatin kirin.