Rojnamevan Verîm ku Yûnanîstanê ew radestî Tirkiyeyê kir hat girtin 2023-01-23 22:23:52   MÊRDÎN - Rojnamevan Mûrat Verîm ku Yûnanîstanê ew radestî Tirkiyeyê kir, ji ber dosyeyeke xwe ya hatiye pesendkirin hat girtin.    Rojnamevan Mûrat Verîm ku li Mêrdînê bi îdiaya "alîkariya rêxistinê" 4 sal ceza lê hatibû birîn, li Yûnanîstanê hat binçavkirin. Yûnanîstanê piştî binçavkirinê, Verîm radestî Tirkiyeyê kir. Verîm li sînorê Tirkiyeyê cardin hat binçavkirin û ji ber cezayê lê hatiye birîn hatiye pesendkirin hat girtin û ew şandin Girtîgeha Edîrne ya Tîpa F'yê.