Siyasetmedarên jin ên Botanê: Gelê me dê seltenata AKP'ê û MHP'ê hilweşîne 2023-01-24 09:01:02   ŞIRNEX - Siyasetmedarên jin ên Botanê ku xebatên xwe yên hilbijaritinê dane destpêkirin û bi şev û roj dixebitin, anîn ziman ku Botan ji hilbijartinê re amade ye û gotin: "Em dê bi gelê xwe re seltenata AKP'ê û MHP'ê hilweşînin. Îro gelê Botanê ji hilweşandina vê desthilatê re amade ye."    Di van salên dawî de li dijî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) êrîşên hikûmeta AKP'ê û MHP'ê gihiştin asta herî jor. Heta niha bi sedan hevserokên HDP'ê yên navend û navçeyan hatin girtin, polîsan bi ser gelek avahiyên wê de girtin. Ku çend meh mane ji hilbijartinê re Dadgeha Destûra Bingehîn hesabên alîkariya Xezîneyê yên HDP’ê bloke kirin. HDP'yiyên ku di bin şert û mercên zehmet de hilbijartinê pêşwazî dikin, tevî hemû zehmetiyan jî xebatên xwe bê navber  didomînin. Siyasetmedarên jin ên HDP'ê ku li Botanê mal bi mal bi jinan re tên cem hev amadekariyên xwe yên hilbijartinê bi dawî kirin. Pêşengên jinên Botanê ku ji hilbijartinê re amade ne bangawaziya piştevaniyê kirin.     'JI HILBIJARTINÊ RE AMADE NE'   Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê Sabûha Akdag, anî ziman ku polîtîkayên tunekirinê dê nikaribe ku pêşiya xebatên wan bigire û wiha axivî: "Di vê serdemê de jî li ser partiya me HDP’ê zextên giran, girtin û binçavkirin hene. Me di van 2-3 salên dawî de dit ku li Botanê û bi giştî li herêmên din bi binçavkirin, girtin û polîtîkayên şerê taybet hene. Bi salane em vê tekoşînê didin. Di rastiyê de tişta ku  heta niha nehatiye guhertin têkoşîna gelê kurd e. Li hemberî van zilm û zordariyan helwest û berxwedana gelê kurd a rast heye. Êrişên wan di van salên dawî de gihiştine asta herî jor. Lê van zextan tu carî nekariye pêşiya xebatên me bigirin. Weke ku partî qet neyê girtin, em xebatên xwe û civînên xwe yên bi gel re didomînin. Me tu carî ji xebata xwe paş ve gav neavêtiye û em ê paşve ne avêjin. Ji xeynî vê me starta xwe ya hilbijartinê daye. Me dest bi amadekariyên hilbijartinê kir. Me li hemû navçeyan amadekariyên xwe yên hilbijartinê temam kirine û ji hilbijartinê re amade ne. Weke gelê Botanê em bawer dikin ku em ê bibin bersiva vê pêvajoyê."   'BI BIRÎNA BUDÇEYÊ TEKOŞÎNA ME NAQEDE'   Akdag, anî ziman ku gelê Botanê dê bersiva pêwîst di hilbijartinê de bide û got: "Em herin ku derê, em li kîjan derî bixin dibînin ku dê hilbijartin bibe bersiveke mezin a gel. Em ê bi vê hêvî û kelecanê bikevin hilbijartinê. Em dizanin û bawer in ku têkoşîneke me ya ku bandorê li pêvajoya Tirkiyeyê bike heye. Gelê me jî vê rastiyê dizane. Em di wê baweriyê de ne ku em ê di vê pêvajoyê de desthilatdariya AKP’ê û MHP’ê hilweşînin. Em jî di vê astê de karê xwe dikin. Partiya me çi karê stratejiyê deyne pêşiya me, em ê bi wî awayî bersiva vê hilbijartinê bidin. Piştî astengkirina budçeya me, gel bertekek mezin nîşan da. Salên berê budçeya me tune bû û gel  bi me re bû, bi me re têdikoşiya. Gelê me ne di warê madî û ne jî manewî de tu carî partiya me bi tenê nehiştiye. Tişta ku gelê me ji me re dibêje 'Em çi bikin bila bikin em ê partiya xwe mexdûr nekin, em ê li kêleka wan cih bigirin' Dema ku budçe tê birîn têkoşîna me naqede. Gel li pişt me ye û tu carî ji pişt me naçe."    'DIBE KU DERIYÊ BIHÛŞTÊ VENEKE,LÊ DÊ DERIYÊ CEHNEMÊ BIGIRE'   Hevseroka HDP'a Cizîrê Zîlan Ecevît, bi lêv kir ku li dijî hemû êrîşan gelê Botanê amade ye ku têbikoşe û ev tişt got: "Ev demeke dirêje ku li ser partiya me êrîş hene. Beriya niha 6-7 mehan du caran êrîşî avahiya me jî kiribûn. Gelek hevalên me jî hatibûn girtin. Ev êrîşe hêj jî bênavber didomin. Ji ber ku hikûmeta AKP'ê dizane ku rêya sêyemîn a ku HDP'ê daye pêşiya xwe dê dawiyê wê bîne. Ji ber wê jî li dijî HDP'ê êrîşeke mezin dide meşandin. Ne tenê êrişeke binçavkirin û girtinê ye. Di heman demê de aliyê derûnî ve jî êrîş dike û derûniya şer dimeşîne. Niha ne tenê li ser HDP'ê, li ser tevahiya gelê me tecrîdek heye. Ji ber ku qedera Tirkiyeyê dê HDP biguherîne. Ji ber wê li ser HDP'ê û tifaqa ku HDP'ê daye avakirin êrîş heye. Mitînga Stenbolê ku hate lidarxistin bi xwe re erêniyeke mezin anî. Vê jî desthilata AKP'ê aciz kir. Ji ber wê êriş zêde dibin."   'HETA KU AKP BIÇE WÊ GELÊ BOTANÊ LI BER XWE BIDE'   Ecevît, bal kişand ser hilbijartina pêşwext û wiha berdewam kir: "Em niha ketine pêvajoya hilbijartinê. Em ji gelê xwe bi bawerin ku çi pêwîst be ew ê pêk bînin. Li gel blokekirina hesabên alîkariya xezîneyê yên partiya me jî xwedî derketina gel zêdetir bû. Dema ku em xebatên xwe dikin gel ji me re vê dibêje, 'Çi bikeve ser milê me em ê bikin. Hewce hebe em ê krediya bikêşin, em ê kincên xwe bifiroşin lê em HDP'ê bê budçe nahêlin' Piştgiriyeke gelek mezin heye. Çi bikeve li ser milê gelê me yê Botanê ew ê bikin û li cem me cih bigirin. Ji xwe dema ku hilbijartin hat destpêkirin em ji gelê xwe bi bawerin ku ji 7 heta 70 salî rabe ser lingan. Ji ber ku ev hilbijartin ji bo me gelek girîng e. Em tenê weke hilbijartinê lê mêze nakin. Ev hilbijartine dibe ku deriyê bihuştê ji me re veneke lê dê deriyê cehnemê bigire. Dê ji bo me û gelê me bibe nefesek. Ji ber tecrîda herî mezin li Botanê heye. Botan kirine girtîgeheke deriyê wê vekirî. Gel gelek aciz e û ji ber wê jî heta ku tifaqa AKP'ê têk biçe gelê Botanê dê li ber xwe bide."    'BOTAN JI HILWEŞANDINA SALTANATA AKP'Ê RE AMADE YE'   Hevseroka HDP'a Silopiyayê Asuman Kulter a da zanîn ku pêşengiya vê pêvajoyê jin dikin, bi lêv kir ku jin di her keliyê de di nav berxwedanê de ne û got: "Jin her roj tên tacîzkirin û kuştin. Di vir de xuya dibe ku ev pergale ewqasî ji jinan ditirse ku herî zêde êrîşî jinan dike. Ji ber ku jin xwedî îrade ye û paş ve gav naavêje her tim bûye hedefa desthilatdaran. Ji ber wê jî divê ku em jin têkoşîna xwe mezintir û xurttir bikin da ku em serbikevin. Erê butçeya me birîn, lê belê ma di salên 90'î de jî bûdçe hebû? Budçeya me nebû. Me gelekî birûmet heye. Em bi gelê xwe serbilind in û jê bi bawer in. Ji bo bûdçeya me jî çi pêwîst be gelê me amade ye. Ji aliyê aboriyê ve em ê xwe bi xwe bi rê ve bibin. Me ji xwe starta hilbijartinê daye. Hêviyên gelê me ji yên me mezintirin. Daxwaza wan serkeftine. Ji me bêtir ji hilbijartinê re amade ne. Em jî dê bi gelê xwe re seltenata AKP'ê û MHP'ê hilweşînin. Îro gelê Botanê ji hilweşandina vê desthilatê re amade ye. Serkeftin ya me ye."   'BERSIVA HERÎ PÊWÎST BIDIN'   Hevseroka HDP'ê ya Hezexê Evîn Erden jî got ku ew xebatên xwe mal bi mal didin meşandin û ev tişt anî ziman: "Ji xwe li Botanê kelecanek heye. Her çiqasî bi girtinan û bloke kirina hesabên me yên alîkariyê bixwazin ku xebatên me asteng bikin jî dê nikaribin. Pêwîst bike em ê mal bi mal bigerin, kincên xwe bifiroşin û li ber xwe bidin. Heta dawiyê em ê li ber xwe bidin û serî netewînin. Gelê me pêvajoyê dişopîne û dibîne ku çiqasî êriş li ser HDP'ê hene. Ji ber wê jî gelê Botanê dê îsal bersiva herî xurt bide. Gel ji vê desthilatê gelek kişand. Ji ber wê jî dixwaze ku AKP biçe. Hêviya gel ev hilbijartine û ji ber wê jî dixwazin ku çiqasî jî destê wan bê alîkarî bidin me. Botan dê di vê hilbijartinê de bersiva herî pêwîst bide."    MA / Zeynep Dûrgût