Prz. Tum: Bila TBB li dijî tecrîdê gavekê biavêje 2023-01-24 09:02:02 RIHA - Parêzer Serdar Tum diyar kir ku li Girtîgeha Îmraliyê ecêbiyeke hiqûqî heye û bi lêv kir ku daxwaza wan ew e ku TBB serlêdana baroyê binirxîne û gavekê biavêje.    Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, 24 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê tecrîdkirin. Her wiha ji 25’ê adara 2021’an ve jî ji Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên li Girtîgeha Îmraliyê tên ragirtin tu xeber nayê girtin. Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ku li dijî tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan û girtiyên din hewldanên xwe didomîne, serî li Baroya Rihayê dabû. Baroya Rihayê jî serî li Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) û Wezareta Dadê dabûn. Ji serlêdanên baroyê re hêj tu bersiv nehatine dayîn.   Endamê Şaxa OHD’a Rihayê Serdar Tum, têkildarî hewldanên xwe yên li dijî tecrîdê û serlêdanên xwe ji ajansa me re axivî.    ECEBIYA HIQÛQÎ   Tum, bi bîr xist ku di serdemên beriya niha de bi hincetên weke “koster xerabe ye” û “rewşa hewayê nebaş e” hevdîtin dihatin astengkirin û anî ziman ku ji ber mafê herî bingehîn ê girtiyekê yê “mafê sporê” cezayê dîsîplînê hate dayîn. Tum, qedexeya hevdîtina parêzeran weke “ecebiya hiqûqî” penase kir û wiha got: “Ji bo ku cezayê qedexekirina bidin hikumxwarekî divê ewilî hevdîtina wî bi parêzeran re hebe. Ev yek li dijî fiqreyên 5-7 û 8’emîn ên xala 59’emîn ên Qanûna Înfazê ku qedexeya hevdîtina parêzeran sererast dike ye. Divê ev yek jî wisa were zanîn. Qanûnê dikin hincet lê weke me got qedexeyên parêzer û malbatê ecêbiya hiqûqî ye.”   ‘LI ÎMRALIYÊ ÎŞKENCE TÊ PÊKANÎN’   Tum, qala serlêdana xwe ya li baroyan kir û anî ziman ku baro saziyên hiqûqî yên ku serdestiya hiqûqê û mafên mirovan diparêzin, parêzeran diparêzin û armancên wan ên hevkar pêk tîninin. Tum, bi lêv kir ku ji ber qanûna parêzeriyê ji bo bi cih anîna hiqûqê wan serî li baroyan dane û bi bîr xist ku Baroya Rihayê serlêdana wan ber çav girtî ye û serî li Wezareta Dadê û TBB’ê daye. Tum, bang li Wezareta Dadê, TBB’ê û li hemû baroyan kir û wiha got: “Li Girtîgeha Îmraliyê maf û azadiya bingehîn ên girtiyan tune tên hesibandin û bi rengekî aşkere îşkence tê kirin. Em li dijî vê îşkenceyê hemû raya giştî ya demokratîk vedixwînin ku deng derxînin.”   ‘BILA TBB BIKEVE NAV LIV Û TEVGERÊ’    Tum, diyar kir ku daxwaza wan ew e ku TBB serlêdana baroyê binirxîne û gavekê biavêje ye û wiha berdewam kir: “Em weke parêzer niha nikarin xebatên xwe yên pîşeya xwe pêk bînin. Yekitî ji bo parastina mafên parêzeran heye. Em li bendê ne ku ji bo mafên me bên parastin û bi muwekîlê me re hevdîtin pêk were gavên pêwîst bên avêtin.”    Tum, bal kişand ku Abdullah Ocalan ne girtiyekî ji rêzê ye û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Destpêkirina hevdîtinên bi Birêz Ocalan re wê vê hawira kaotîk a li Tirkiyeyê sivik bike. Polîtîkayên azadîxwaz hatin terikandin û polîtîkayên 'ewlekariyê' hatin meşandin. Ew polîtîkayên 'ewlekariyê' dikarin bên terikandin û polîtîkayên azadîparêz dikarin ji nû ve bên meşandin. Bi vî awayî wê li Tirkiyeyê rê li ber maf û azadiyên bingehîn bê vekirin. Hevdîtina bi Ocalan re wê bibe wesîleyê rehetbûna atmosfera siyasî ya li Tirkiyeyê. Ocalan girtiyekî ji rêzê nîne û bi qasî mehkûman xwedî gelek maf û azadiyan e. Em daxwaza bicihanîna van maf û azadiyan dikin.”   MA / Mujdat Can