Serokê Baroya Wanê Ozaraz: Divê li Îmraliyê hiqûq bê pêkanîn 2023-01-24 09:04:10   WAN - Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz ku ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hevdîtinê bi parêzerên xwe re bike serî li TBB û Wezareta Dadê da, got: "Hiqûq, divê nekeve paş siyasetê û bê pêkanîn."    Zêdetirî 21 meh in tu xeber ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Hewldanên rêxistinên hiqûqê yên ji bo vê didomin. Baroya Wanê, ji bo Ocalan û her sê girtiyên din Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên di Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F'yê de hevdîtinê bi parêzerên xwe re bikin, serî li Wezareta Dadê û Yekîtiya Baroyan a Tirkiyeyê (TBB) da.    Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz ku têkildarî serlêdanê axivî, destnîşan kir ku wekî hemû girtiyan divê Ocalan jî sûdê ji mafê hevdîtina bi parêzeran û malbatê re bigire.    SERLÊDANA BAROYÊ   Ozaraz diyar kir ku ji ber ku Ocalan nikare hevdîtinê bi parêzerên xwe û malbata xwe re bigire, parêzerên li ser baroyê qeydkirî serî li wan dane û got: "Ev serlêdan di 24'ê Mijdara 2022'yan de pêk hat. Serlêdana li baroyê hat kirin têkildaîr mafê hevdîtinê yê muwekîlan bû. Gava parêzer karê xwe dikin, xwediyê mafê ku hevdîtinê bi muwekîlên xwe re bikin. Em baro jî berpirs in ku pirsgirêkên di dema hevdîtinê de rû didin çaerser bikin. Me Baroya Wanê di 26'ê Kanûna 2022'yan de ji ber ku parêzer nikarin hevdîtinê bi muwekîlên xwe re bikin, me serî li TBB û Wezareta Dadê da. Ji bo parêzern hevdîtinê bi muwekîlên xwe re bikin û xebatên di vî warî de neyên astengkirin me serlêdan kir. Wezareta Dadê heya niha li me venegeriyaye. Lê TBB'ê serlêdana me û ya baroyên Amed û Şirnexê daxilî rojeva xwe kir û serî li Wezareta Dadê da."    'DIVÊ HIQÛQ BÊ PÊKANÎN'   Ozaraz destnîşan kir ku her kes li bara qanûnan wekhev e û got: "Lewma bêyî ku li nasnameya kes bê nerîn, çi mafê mehkûman hebe divê bi awayekî wekhev bên pêkanîn. Çawa ku mafê her girtiyî ye ku hevdîtinê bi parêzerên xwe re bike, ev maf yên kesên ku di çaçroveya rêxistinê de tên darizandin de ye jî. Lewma em diyar dikin ku divê ev maf ji bo wan jî esas bên girtin. Hiqûq, divê nekeve paş siyasetê û bê pêkanîn. Maf divê esas bên girtin."    MA / Cengîz Ozbasar