Soza hilbijartinê ya Erdogan 'rêya duble' 20 sal in nehatiye temamkirin 2023-01-24 09:04:58   SÊRT - Serokkomarê AKP'î Recep Tayyîp Erdogan, di sala 2002'yan de ji bo ji Sêrtê bibe parlementer soz dabû ku dê rêya duble ya 32 kîlomtereyî çêbike. Rêya navborî heya niha gelek caran ketiye ber îhaleyan û ji bo wê bi milyonan pere hatine xerckirin, lê 20 sal in hê jî nehatiye temamkirin.    Serokkomarê AKP'î Recep Tayyîp Erdogan ku ji ber qedexeya siyasî nikaribû bibe namzetê parlementeriyê, piştî ku qanûn hatibû sererastkirin ji Sêrtê bûbû namzet. Erdogan di dema namzetiya xwe de soz dabû sêrtiyan ku gava bê hilbijartin dê rêya duble ya 32 kîlometreyî çêbike. Ji bo vê rêya navborî heya niha gelek îhale hatine çêkirin û bi milyonan pere hatiye xerckirin, lê 20 sal in nehatiye temamkirin.    SOZ DABÛ   Piştî hatibû îdiakirin ku li navçeya Şêrwanê ya Sêrtê di sindoqên hilbijartinê de "nelirêtî" hatiye kirin, Desteya Bilind a Hilbijartinê di 9'ê Adara 2003'yan de biryar dabû ku hilbijartinên li Sêrtê cardin bên kirin. Piştî vê Erdogan di 12'ê Gulana 2003'yan de li Sêrtê di merasîmeke vekirina giştî de soz dabû ku dê rêya duble çêbike. Ji rêyên duble yên ku osz hatibûn dê bên çêkirin, rêya Sêrt-Misircê di dema çêkirinê de bûbû cihê gelek qezayan û gelek kê lê miribûn û birîndar bûbûn. Ev rêya ku 20 sal in nehatiye çêkirin, di dema her hilbijartinê de AKP wê ji xwe re dike propaganda.    ÎHALE LI SER ÎHALEYÊ   Heya niha 6 kîlometreyên rêya duble mane. Li vir ji ber eraziyên bi qelaç îhale li ser îhaleyê hatin çêkirin. Ji bo 6 kîlometreyê mayî yê rêya duble, di sala 2012'an de îhale hat çêkirin. Îhaleya ewil bi 53 milyon û 108 lîreyan hat çêkirin û ya duduyan jî di sala 2013'an de bi 136 milyon lîreyî û ya 3'Yan jî di sala 2017'an de bi 73 milyon û 888 hezar û 414 lîreyî hat çêkirin. Di îhaleya dawî de ku di sala 2020'an de hat çêkirin jî 167 milyon û 2013 hezar TL heqê projeyê hat xwestin û peyman hat îmzekirin. Heya niha ji bo 6 kîmotereyê mayî yê rêyê herî kêm 430 milyon û 694 hezar û 522 TL pere hatiye xerckirin. Piraniya îhaleyan jî Cengîz û Nûrol Înşeatê wergirtine.    Ev rêya ku 20 sal in nehatiye qedandin û di her hilbijartinê de wekî propaganda tê bikaranîn, tê payin ku di hilbijartina bê de bê qedanin. Hat hînkirin ku xebatên ji bo qedandina rê bi lez û bez tên kirin.    MA / Fethî Balaman