HDP: Li Îzmîrê li dijî partiya me xebatên şerê taybet tên meşandin 2023-01-24 14:20:49   ÎZMÎR - Hevseroka HDP'a Bajar a Îzmîrê Berna Çelîk, diyar kir ku li Îzmîrê di demên dawîn de kesên ku xwe weke polis û îstixbaratê didine nasîn li dijî rêveber, endam û xebatkarên partiya wan xebatên sîxurtiyê dimeşînin û ev tişt got: "Ne zext ne jî rêbazên we yên şerê taybet wê nikaribin li pêşiya mezinbûna fikriyatê bibine asteng."   Rêxistina HDP'ê ya Bajar a Îzmîrê, der barê gef, şantaj, sîxurtiya li dijî endam, rêveber û xebatkarên wan li avahiya xwe civîneke çapameniyê li dar xist. Li eywana ku daxuyanî lê hat dayîn pankarta "Em ê serî ji polîtîkayên sîxurtî, gef, şantaj, şerê taybet re daneynin" hat vekirin. Di civîna ku endamên Meclisa Partiyê (PM) jî tev li bûn de Hevseroka HDP'a Bajar a Îzmîrê Berna Çelîk daxuyaniya ku hatibû amadekirin xwend.    Berna Çelîk, diyar kir ku polîtîkayên şerê taybet ku li dijî hilbijartî, endam û rêveberên wan tên meşandin ji salên 1990'î derbas bûne û wiha got: "Lewre avahiya partiya me ku em niha lê daxuyanî didin bûye yek ji navenda êrîşên bi vî rengî. Di 17'ê Hezîrana 2021'an de hevrêya me Denîz Poyraz ji aliyê çeteyê bi navê Onûr Gencer ve hat kuştin. Van kesên ku hevala me Denîz kuştin îro careke din partiya me hedef nîşan didin. Demeke dirêj e rêveber, endam û xebatkarên me yên bajar û navçeyan rast e rast û hin caran jî bi awayekî sergirtî dibine hedefa zext, gef û şantajan. Kesên nasnameya wan ne diyar hevalên me dişopînin û pêşiya wan digirin. Van kesên ku xwe weke polis û endamên îstixbaratê didine nasîn gef dixwin. Hevalên me yên ku gefên wan qebûl nakin bi ser malbatên xwe ve tên tehdîtkirin. Devjiberdana têkoşîna wan a bi rûmet û hevkarî li wan tê ferzkirin."   Di berdewamê de Çelîk, diyar kir ku giliyên ku der barê van kiryaran de dikin bêencam dimînin û ev tişt got: "Ne zext ne jî rêbazên we yên şerê taybet wê nikaribin li pêşiya mezinbûna fikriyatê bibine asteng."