Dozger ji 'rawestandina' xizmên girtiyan re ceza xwest 2023-01-24 17:55:21   STENBOL - Di doza xizmên girtiyên nexweş û girtiyên înfazê wan hatine şewitandin de dozger mutalaaya xwe ya der barê esasê de pêşkêş kir û "rawestandinê" li dijî qanûnan dît. Dadgehê jî xwest polîsê tê angaştkirin anons kiriye bê tespîtkirin.    Duyemîn danişîna doza ku xizmên girtiyên nexweş û girtiyên înfazê wan hatine şewitandin jî di nav de li 12 kesan hatiye vekirin li 54'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê hat dîtin. Kesên tên darizandin tev li danişînê nebûn parêzerên wan li danişînê amade bûn. Di danişînê de dozger mutalaaya xwe ya der barê esasê de da û angaşt kir ku xizmên girtiyan di 27'ê tebaxa 2022'yan de çalakiya "rawestandinê ya li dijî qanûnan" li dar xistine û xwest ku bên cezakirin.    Piştre parêzer Raziye Ozturk, Esra Bîlen û Bedîrhan Sarsilmaz li dijî mutalaaya dozger parastin kirin û ji bo muwekîlên xwe daxwaza beraetê kirin.    Heyeta dadgehê, biryara xwe ya navberê da û xwest ku bi zelalkirin û mezinkirina dîmenê CD'yê yê di dosyayê de ji pisporê nirxandina deng re bê şandin û ji bo ku bê tespîtkirin ji bo belavbûnê 3 caran anons hatiye kirin an na rapor bê amadekirin. Her wiha heyeta dadgehê, xwest ku ji Miduriyeta Polisan a Stenbolê re muzakere bê nivîsandin û ragihîne ku hişyariya belavkirina koma 12 kesî ji aliyê kê ve hatiye kirin û agahiyên wî yên nasnameyê bişîne.    Ji ber van sedeman heyeta dadgehê danişînê taloqî 22'ê sibatê kiriye.