Doza rojnamevan Ayşegul Dogan hat taloqkirin 2023-01-25 11:48:25 AMED - Danişîna doza rojnamevan Ayşegul Dogan ku bi “endamtiya rêxistinê” tê darizandin, ji ber ku şahidek nehatibû amadekirin hat taloqkirin.   Rojnamevan Ayşegul Dogan ji ber ku nûçeyên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) şopandibû bi hêceta xebata KCD’ê kiriye bi îdiaya “endama rêxistinê ye” doz lê hatibû vekirin. Ceza li Dogan hatibû birîn û Dadgeha Îstînafê vî cezayî xera kiribû. Piştî biryara xerakirina ceza danişîna doza Dogan li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Dogan û parêzerên xwe tev li danişînê bûn.    Parêzer Cabbar Leygara wek şahid di danişînê de hat guhdarîkirin. Leygara diyar kir ku ew Ayşegul Dogan wek rojnamevan nas dike û nizane ka di nava KCD’ê de xebat kiriye an na. Endamê Meclia Daîmî ya KCD’ê yê berê Edîp Yaşar jî wek şahid hat guhdarîkirin û Yaşar got ew Dogan wek rojnamevan nas dike û nayê bîra wî ka Dogan xebata KCD’ê kiriye an na.    Piştî guhdariya li şahidan, dozger biryar da ku li şahid Mehmet Baysal jî bê guhdarî kirin û qedexeya derketina derveyî welat a derbarê Dogan de berdewam bike.    Parêzeran diyar kir ku piştî li hemû şahidan were guhdarîkirin dê parastina miwekîla xwe bikin.    Heyeta dadgehê biryara li şahidê din jî bê guhdarîkirin û berdewama kontrola tedbîra edlî ya derbarê Dogan de da û danişînê taloqî 6’ê adarê kir.