Şandeya navneteweyî serdana parêzerên Abdullah Ocalan kir 2023-01-25 13:07:08   STENBOL - 12 kesên ku di Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê ku ji 36 kesên ji 7 welatan pêk tê, têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, bi parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê re civiyan.    elegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê ya ku tê de 36 hiqûqnas, rojnamevan û akademîsyenên ji 7 welatên cuda hene û li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kom bûne, hate Tirkiyeyê. Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê wê di 25-27’ê Çileyê de li Stenbol, Enqere û Amedê bi rêxistinên civakî yên sivîl û derdorên siyasî re hevdîtinan bike.    12 kesên ku di şandeyê de cih digirin serdana parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku parêzeriya Abdullah Ocalan dikin kirin.    Ji parêzerên Ocalan, Raziye Ozturk, Cengîz Yureklî û Rêzan Sarica pêşwaziya heyetê kirin.    DÊ DERBARÊ OCALAN DE HEMÛ GEŞEDAN BÊN PARVEKIRIN   Parêzeran ragihand ku ew ê di serdanê de nêrînên xwe yên derbarê geşedanên tecrîdkirina miwekîlê xwe Abdullah Ocalan ku 24 sal in li Girava Îmraliyê di şertên giran de tê ragirtin parve bikin. Parêzeran diyar kir ku ew ê biryara tedbîrê ya derbasdar ku Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî derbarê Abdullah Ocalan de dabû jî nîqaş bikin.    Şande piştî civîna li gel parêzeran tê payîn ku biçe serdana Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê.